KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN -  KCD’ê diyar kir ku zêdetirî 28 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Tirkiye bi tecrîda li Îmraliyê re hem qanûnên xwe hem jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Divê saziyên navneteweyî, partiyên siyasî û hemû kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bikin.”
 
Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag tev li bernameyeke televîzyonê bûbû û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Di axaftina xwe de Yanardag ji bo tecrîda li Îmraliyê digot; “Tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin di hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Malbat û parêzerên wî jî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Gelo ma pergaleke înfazê ya wiha dibe?” Ji ber van gotinan, derheqê Yanardag de lêpirsîn hate destpêkirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
‘TIRKIYE ZAGONÊN XWE BINPÊ DIKE’ 
 
KCD’ê, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û wiha got: “Ligel serlêdanên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û rêxistinên mafên mirovan jî nêzî 28 meh in ji birêz Ocalan û her sê girtiyên ku li Girava Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nayên girtin. Tirkiye bi pêkanîna tecrîdê ji aliyekî ve zagonên xwe û li hêla din jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ev pergala taybet a ku li dijî birêz Ocalan pêk tê di heman demê de girîngiya bandora birêz Ocalan a ji bo civakê nîşan dide.
 
JI BO ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Bandora birêz Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û rola wî ya girîng a di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ve jî tê zanin. Desthilatdariya faşîst a ku li ser dijminatiya gelê kurd siyaseta xwe ava dike, bi rêya tecrîdê dixwaze ku rê li ber hewldanên çareseriyê û aştiyê bigre. Lewma her ku diçe tecrîdê girantir dike. Mebesta desthilatdariya faşîst tecrîda fîzîkî nîne, mebest ew e ku nehêlin dengê birêz Ocalan bigihije civakê. Di van demên dawî de rojnameger û rewşenbîrên ku vê rastiyê tînin ziman bi lêpirsînan re rû bi rû dimînin. Ev jî wateya tecrîdê radixe ber çavan û ji bo ku rêya çareserî û aştiyê vebibe divê deriyên îmraliyê bê vekirin.
 
BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Ji bo bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin, heta îro 416 serlêdan hatin kirin lê bêbersiv man. Bi hinceta cezayên disiplînê yên ku dûrî aqil e daxwazên hevdîtinan tên redkirin. Ev sûc li ber çavên saziyên mafên mirovan ên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbûyî (NY) û CPT’yê tên kirin lê dîsa jî yan vê rastiyê nabînin an jî di nîşandana bertekan de qels dimînin. Weke KCD’ê em bi vê mebestê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê berpirsiyariyên xwe bînin cih û helwesteke zelal û bibiryar nîşan bidin. Bandora tecrîdê ya di jiyana siyasî, aborî û civakî de berbiçav e. Ev yek jî rê li ber êrişan vedike û hem Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî Rojhilata Navîn ber bi aloziyê ve dibe. Ji ber vê yekê divê gelên me, partiyên siyasî, saziyên sivîl û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê bertek nîşan bidin û helwesta xwe diyar bikin.”