Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê

img
RIHA - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê mirina bi guman a zarokê bi navê Abdulbakî Dakak ê 12 salî birin rojeva Meclisê. 
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar mirina bi guman a zarokê bi navê Abdulbakî Dakak ê 12 salî ku li Rihayê di axûrekî de mirî hat dîtin, birin rojeva Meclisê. Her sê parlamenteran bi îmzeya xwe pêşniyazpirs ji Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş û Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya re şandin û xwestin her du wezîr bibersivînin. Parlamenteran ji wezîran xwest ku kuştina zarok bi berfirehî bê lêkolînkirin.