Erdogan: Ez naxwazim der barê hilbijartinê de bi axivim

img

ENQERE -  Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, diyar kir ku ew naxwaze derbarê hilbijartina pêşwext de bi axive û bi israr bal kişand ser guhertina qanûna bingehîn a 16'ê Nîsanê û wiha got: "Înşallah guhertinên qanûna bingehîn yên 16'ê nîsanê dê di mijdara 2019'an de têkevin meriyetê." 

Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de bersîv da Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî. Piştî ku Dewlet Bahçelî diyar kir ku êdî Tirkiye nikare heta mijdara 2019'an li ber xwe bide û xwest hilbijartin di Tebaxa 2018'an de pêk bê, Erdogan bertekên xwe anîn ziman û wha got: "Ez naxwazim li ser hilbijartinê bi axivim. Duh salek di ser referanduma 16'ê Nîsanê re derbas bûn. Înşallah guhretinên qanuna bingehîn ên 16'ê Nîsanê dê di hilbijartina mijdara 2019'an de têkeve meriyetê. Ez naxwazil li ser hilbijartina pêşwext bi axivim.