Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku xetên rêya sêyemîn ên siyasî hene û got: “Em li vir in, diaxivin, rexne bikin, xwe rexne bikin. Em ê berpirsiyariyan bêkêmanî bînin cih û li rêya xwe berdewam bikin.” 
 
Hevberdevkên bajaran ên Partiya Çepên Kesk û hevserokên bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk civiyan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî. 
 
‘EM Ê ENCAMAN BI CIH BÎNIN’ 
 
Sancar bi silavkirina hevberdevk û hevserokên bajaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Civînên me yên nirxandinê yên têkildarî hilbijartinan û encamên wê dewam dikin. Me serdemek dijwar li pey xwe hişt. Em li ser hemû astan nîqaşan didomînin da ku em vê serdemê bi hemû aliyên wê ve binirxînin û nîqaş bikin û encamên pêwîst jê derxin. Civînên gel jî dê bidomin û em ê bi konferansê û piştre jî pêvajoya kongreyê bi dawî bikin. Em ê di pêvajoya konferans û kongreyê de pêwîstiyên encamên ku me ji van nîqaşan derxistiye pêk bînin. Me bi awayekî vekirî da xuyakirin ku me encamên ku ji civîn û daxuyaniyên xwe û ji hilbijartinan hêvî dikir, bi dest nexistin. Armancên me hebûn, me nekarî bigihêjin van armancan. Di vî warî de gelek mijarên ku divê werin pirsîn hene. Ji bo nirxandinek bisilametî sernavkirina hemî pîvanên vê pêvajoyê hewce ye. Beriya her tiştî divê mirov vê yekê ji bîr neke ku hilbijartin di rewşeke neheq, newekhev û zordar de hat kirin. Nirxandineke weke ku pêvajoyek asayî ya hilbijartinê derbas bûye nikare me bigihîne encamên rast.” 
 
‘DIVÊ EM XWE NÛ BIKIN’ 
 
Sancar diyar kir ku îktidarê di hilbijartinê de hemû rê û rêbazan xist dewrê û wiha domand: “Tifaqa AKP-MHP’ê derfetên dewletê seferber kir, her cure astengî li pêşiya me danî, propagandaya xwe ya reşkirinê û hêza çapemeniyê heta dawiyê bi kar anî, operasyonan berdewam kir. Hewldan bi her awayî rê li ber hevalên me yên li qadê dixebitin asteng bikin. Jixwe me dizanibû û em li bende bûn ku wê rejîm operasyonên bi her awayî bike. Pêwîste mirov ji bîr neke ku encamên hilbijartinan di bin bandora van zextan de ma. Lê belê negihîştina me ya armancên xwe tenê bi wan ve nayê girêdan, dema ku em hewl didin vê pêvajoyê tenê li ser faktorên derve rave bikin, dibe ku kêmasiyên me yên di pêkanîna erkên dema pêş de zêdetir bibin. Bi kurtasî dema ku em di vê pêvajoyê de dipirsin, em ji dil kêmasî û xeletiyên xwe nîqaş dikin. Ji ber ku ev rejîma bêdad û zordar bi hemû leza xwe bi kiryarên xwe berdewam dike û li benda pêşengên têkoşînê ye. Heke ku em ê rola têkoşîn û pêşengiyê bigirin ser xwe, helbet divê em bibînin ku pêwîstiya me bi nûkirina me heye.” 
 
KUŞTINA ZAROKÊN KURD 
 
Sancar, Erdem Aşkan ê 5 salî ku li Colemêrgê di encama çawîşê pispor A.K.M. bi wesayîta zirxî lê da û jiyana xwe ji dest da, bi bîr xist û wiha got: “Li Geverê Erdem Aşkan, di bin wesayîta çawişek pispor da ma. Hat binçavkirin lê hat berdan. Ji ber ku zarok li bajarên kurdan bi wesayîtên zirxî tên perçiqandin, diyar dike ku polîtîkaya bêcezakirinê û nêzîkatiya ewlekariyê ya di siyaseta kurd de wê bi hemû aliyên xwe bidome."
 
‘EM NEÇARIN TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Sancar bal kişand ser hişyariyên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nasepîne û got: “Hevalên me li zindanan bi awayên neheq û bêhiqûqî rehîn tên girtin. Hişyariyan li ber çavan nagirtin û piştguh dikin. Ev hemû nîşanî me didin ku têkoşînek bêhempa li pêşiya me ye. Em neçarin hin bi rêxistinkirî û biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
DAXWAZÊN GUHERÎNÊ 
 
Sancar di berdewam axaftina xwe de wiha got: 
 
“Tabloyek din a ku ji encamên hilbijartinan derketiye holê ev e ku herî kêm nîvê civakê ji ya ku em difikirin zêdetir nîşan didin ku daxwazên veguherîna demokratîk zindî û xurt in. Em ê bi erka ku em vê daxwaza veguhertina demokratîk û edaletê hilgirin ser milê xwe. Em bi rola pêşengiya vê yekê re rûbirû ne. Em neçarin ku pêşengiya têkoşîna bidawîanîna kedxwariyê û xizaniyê bikin. 
 
EM Ê KÊMASIYÊN XWE DEYNIN SER MASEYÊ 
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk civak li benda pêşengiya me ye. Têkoşîna ku em ê welat demokratîk bikin li hêviya me ye. Divê em hemû kêmasiyên xwe û xeletiyên xwe deynin ser maseyê, nîqaş bikin û di pêvajoyek rexne û xwerexnekirinê de derbas bibin. Heke em van nekin em ê di heyama pêş di bin vî barî de bimînin. Em xwedî wê îradeyê û hişmendiyê ne. Çimkî tecrûbeyên me hene. Em neçarin bi awayek jidil pêvajoya rexne, xwerexnekirinê û nîqaşan bi rê ve bibin. Nîqaş mirov zindî dike, rexne û xwerexnekirin jî hêz dide me. Ji bo em van bikin çi ji destê me tê em dikin. Veguherandina civakî girêdayî bi têkiliya me û gel ve heye. Heke em wisa bikin em ê dikaribin ji bin vî barî derkevin. Em dikarin bi hemû hêzên ku demokrasî û edaletê dixwazin re hevdîtin bikin û xefikên li pêşiya xwe rakin. 
 
NIRXANDINEK RASTÎ WÊ HÊZÊ BIDE ME 
 
Hêvî û têkoşîn cêwiyên hev in, heke hêvî nebe, têkoşîn nabe. Hêvî baweriya siberojê ye û têkoşîn jî meriv digihîjîne siberojek avakar. Heke ev nebin li şûna wê teslimiyet dibe. Wê nirxandinek rasteqîn me bi hêztir bike. Wê her du partiyên me jî ji binî heta serî her tiştî di ber çavan re derbasbike û tişta pêwîst bikin. 
 
HEKE EM BIXWAZIN WELAT NÛ BIBE DIVÊ EWILÎ EM XWE NÛ BIKIN 
 
Pêdiviya me bi nûkirinê heye. Heke em bixwazin vî welatî nû bikin, pêşî em ê xwe nû bibin. Ji bo ku vî welatî ber bi azadî û demokrasiyê ve biçe em ê di qadên rêxistinî, siyasî û civakî de pêvajoya nûbûnê bimeşînin. Em dizanin ku em dikarin vê yekê bikin. Azmûna me ya ku vê yekê bike heye. Hemû nîqaşên ku me di van 15 rojên borî de kirin, ji me re bûn îlhamek mezin. Di vê mijarê de baweriya me bi hêztir dibe. Tevî kêmasî û zehmetiyan rêxistina me bi bawerî û îradeya xwe xurt e. Belê kêmasiyên me hebûn, kêmasiyên me yên fizîkî, di şêwazê siyasetê de, di pêvajoya hilbijartinê de yên xeletî hebûn. Lê bawerî û îradeya me ya avakirina siberojê bi têkoşîna nûkirinê li vir e. Em hemû bi hev re li vir in û em ê bi hev re biguherînin. Em ê bi hev re rêya veguherîna demokratîk, rêya edaletê, rêya Komara Demokratîk ava bikin. Em ê hemû pêvajoya rexne û xwerexnekirinê bê dudilî li pêş bixin. Bi vî awayî em ê nîşanî tevahiya Tirkiyeyê bidin ku em di siyaseta Tirkiyeyê de rêya sêyemîn temsîl dikin.
 
XETA ME SIYASÎ RÊYA SÊYEMÎN E 
 
Rêya sêyemîn xeta me ya siyasî ye û rêgeza me ye. Navê rêbaza me ya siyasetê jî ev e. Em ê nehêlin adetên pergalê me xera bikin. Her wiha em ê şêwazeke ku mekanîzmayên gendeliya vê pergalê derxe holê bixin dewrê da ku astengiyên li pêşiya hêzên demokrasiyê rabe. Ev wezîfeya me ye. Dîsa dubare dikim, hêvî û têkoşîn şoreşeke mayînde ye. Kêfxweşiya siyasî dijminê hêvî û têkoşînê ye, em li vir in, em diaxivin, em ê rexne bikin, em ê xwe rexne bikin, em ê berpirsyariyên xwe bi tevahî bi cih bînin û em ê rêya xwe bidomînin.”