Demirtaş ji Serokê Meclîsê xwest rojevê meclîsê ji wan re bişine

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, daxwazname ji Serokê Meclîsa Tirkiye re şand û xwest gotina Wezîrê Dadê ya "Girtina li girtîgehê li pêş wekîltiyê ne asteng e" esas bê girtin û rojeva parlamentoyê ji wan re bê şandin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê daxwazname ji Serokê Meclîsa Tirkiye re şand û xwest rojeva parlamentoyê ji wan re bê şandin. Demirtaş, bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê ya "Girtina li girtîgehê li pêş wekîltiyê ne asteng e" ji Serokê Meclîsê xwest rojeva der barê zagonçêkirinê de ji wekîlên girtî re jî bê şandin. Demirtaş di daxwaznameyê de ji Serokê Meclîsê xwest ku wekî Serokê Partiya sêyemîn a meclîsê û hevserokê Partiya HDP'ê ku ji 4'ê Mijdara 2016'an de li Girtîgeha  Tîpa F a Edirneyê girtî ye ji rojevê li meclîsê bê agahdarkirin. Demîrtaş, anî ziman ku ew û 8 hevalên wî yên girtiyê û parlamenterê CHP'ê bi giştî 10 wekîl nikarin tev li niqaşan bibin û meclîs bêyî wan niqaşan dimeşîne. Demirtaş, anî ziman ku ew ji rojeva meclisê ne agahdar e û ji bo ku ji rojeva meclîsê bibe agahdar daxwaz dike ku Serokê Meclîsa Tirkiye hemû mijaren rojeva meclîsê ji wan re bişîne.