Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê

img

MÊRDÎN -  Partiya Çepên Kesk, li navçeyên Mêrdînê roja ewil a hevdîtinên xwe yên gel ku dê du rojan bidomin, bi dawî kir. Siyasetmedar Ahmet Turk di civînê de axivî û got: "Divê em gelê kurd dersekê bidin hikûmetê."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, li Mêrdînê tev li hevdîtinên bi gel re dibin, roja ewil a hevdîtinên bi gel re bi dawî bû. Şande, piştî hevdîtina bi gel re ya li navçeya Stewrê derbasê Şemrex û Dêrikê bû. Şande ku ewil çû navçeya Şemrexê, pêşî li gund geriya. Piştre jî şandeya ku li navenda bajêr esnaf ziyaret kir, bang li gel kir ku di 28'ê Gulanê de biçe ser sindoqan.
 
Şandeyê, dema esnafên navçeya Dêrikê ziyaret kirin, li vir jî bang li gel kir. Bûldan, xîtabî xelkê Dêrikê kir û wiha got: “Keda her kesê sax be. Her kesê ked da. Ji me re jî bû coşeke xweş. Li her derê em bi coş hatin pêşwazîkirin. Wê ev coş, me ber bi serkeftinê ve bibe. Ez ji vê pişterast im. Keda we hemûyan sax be û ji we hemûyan re qewet be.”
 
Şandeya duyemîn a ji Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, siyasetmedar Ahmet Turk û parlamenterên Partiya Çepên Kesk pêkhatî, li navçeyên Kerboran û Midyad bi gel re hatin ba hev. Şande ku ewil li Kerboranê bi gel re hat cem hev, li vir esnaf ziyaret kirin. Piştre li Qada Miradê Kinê civîn bi gel re hat pêkanîn. Şandeyê, bang li welatiyan kir ku di 28'ê Gulanê de biçe ser sindoqan, siyasetmedar Ahmet Turk jî li vir xitabê gel kir.
 
Ahmet Turk anî ziman ku divê Kurd dersekê bidin desthilatê û got: “Divê em bikarin bibêjin; Hûn dijminatiya Kurdan dikin, lewma Kurd we protesto dikin û dengê xwe nadin we. Em gelek têkoşiyane û me gelek berdêl dan û heta bi niha hatine. Xelkê Kerboranê, vê yekê baş dizane. Du rê li pêşiya me hene; Em ê an demokrasiyê hilbijêrin an jî yên dijminatiya vî gelî dikin. Bi hezaran hevalên me îro di zindanan de ne.” 
 
Beşdarên civînê diyar kir ku cihên Kurdan di nava gelên Mezopotamyayê de qedîm e bertek nîşanê destgîrkirin û girtinê da. 
 
Şandeyê, bi pişt re serdan li esnafên Midyadê kir û bang li gel kir ku 28’ê Gulanê biçin, dengê xwe bidin.