Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên ji bo hilbijartina serokkomariyê li gelek bajaran didome. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî li Mêrdînê bi gel re hevdîtin kir û wiha got: “Niha dema wê ye ku em bi faşîzmê, bi Erdogan bidin windakirin. Dê di 28’ê Gulanê de demokrasî bi ser keve, faşîzm winda bike.” 

  
Xebatên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li gelek navendan bedewam in. Di vê çarçoveyê de rêveberên KCD, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li gelek bajaran çûn serdana gel û banga çûna ser sindoqan kirin. 
 
MÊRDÎN
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û parlamenterên Mêrdînê re li Mêrdînê tev li hevdîtinên bi gel re dibe ku dê du rojan bidome. Hevdîtina ewil li gundê Ewîna yê navçeya Stewrê hate kirin. Buldan û şandeya pê re ji hêla bi sedan kesan ve bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Şandeyê piştî silavkirina şêniyên gund, civînek li dar xist. 
 
Di hevdîtinê de ji ewil Kamaç axivî û wiha got: “Bi saya vîna gelê kurd, pêşî li ber faşîzma 21 sale tê domandin hatiye girtin. Hûn her hebin. Divê her kes bizane ku serkeftin a me ye. Ne rû û ne jî gotineke wan heye ku li van kolanan bigerin. Di destê wan de tenê şer û qirkirina siyasî ma ye.” 
 
BULDAN: NIHA DEMA WÊ YE KU EM BI WAN BIDIN WINDAKIRIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn jî di hevdîtinê de ev tişt anî ziman: “Ez gelê me ji ber sekna wan a di 14’ê Gulanê de pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku gelê me dê vê îrade û israrê careke din nîşan bide. Tevî her hîle û lîstikan, tundî û zextê jî gelê me dengê xwe da û îradeya xwe diyar kir. AKP û MHP’ê ji bo Partiya Çepên Kesk winda bike û li derveyî siyasetê bimîne her tişt kirin. Lê bi ser neketin. Ji ber ku gelê me destûr neda. Heke Erdogan di 14’ê Gulanê de bi ser neketibe, ev yek encama biryardariya we ye. Erdogan nekarî bi ser keve û me jî faşîzm da sekinandin. Lê niha dema wê ye ku em bi wan bidin windakirin. Têkbirina Erdogan a di 28’ê Gulanê de peywir û berpirsyartiya me ye.”
 
‘DIVÊ EM LI GORÎ RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVBIGERIN’ 
 
Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Em ê yan ronahiyê yan jî tariyê hilbijêrin. Yan em ê demokrasiyê hilbijêrin an jî faşîzmê. Ev yek dê ji bo pêşeroja gel û ciwanan girîng be. Divê neyê jibîrkirin ku heke Erdogan bi ser keve dê sepanên faşîst û tarî yên AKP’ê dîsa bidomin. Weke gelê kurd, gelê Mêrdînê ji bo ku em nehêlin Erdogan bi ser keve û serkeftin a demokrasiyê be, em ê bi ruhê seferberiyê bixebitin. Em ê bi vê hilbijartinê pêşeroja xwe diyar bikin. Ricaya min ji her kesî ew e ku biçin dengê xwe bidin, xwedî li sindoqan derkevin û em bi hev re Erdogan têk bibin. Dê serkeftina 28’ê Gulanê bibe serkeftina gelê kurd. Sedema biserneketina Erdogan a di 14’ê Gulanê de, sekna bibiryar û biîrade ya gelê kurd e. Ji bo pêşeroja gelê kurd, ji bo azadbûna hevalên me yên girtî û ji bo gelê kurd dîsa di qada siyasetê de xwedî gotin be, divê biryara şandina Erdogan bide. Tu şirîkatiya me bi Tifaqa Milet û CHP’ê re nînin û em piştgiriyê nadin Tifaqa Milet. Em tenê piştgiripyê didin aştî û demokrasiyê. Em ji we bawerin û dê di 28’ê Gulanê de demokrasî bi ser keve û faşîzm winda bike. 
 
Weke Partiya Çepên Kesk me di 14’ê Gulanê de hedefa xwe nekarî pêk bînin. Em ê rexnedayîna xwe bidin. Em soz didin gelê xwe ku dê hemû kêmasiyên xwe binirxînin û gelê me çi biryarê bide em ê bi wê bikin. Niha tekane tişta divê em bikin ew e ku xwe bi ruhê seferberiyê ji bo 28’ê Gulanê amade bikin û AKP û Erdogan bişînin.”
 
Buldan û şandeya pê re piştre jî çûn serdana esnafên Stewrê. Bernameya wan dê li Şemrex û Dêrikê bidome. 
 
WAN 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana esnafên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Ozturk, di dema serdanê de axivî û wiha got: “Em ê di roja 28’ê Gulanê de bilêta îktîdara faşîst bibirin û bişînin. Kî aştiyê biparêze em ê dengê xwe bidin wî. Pirsgirêka me bi pergalê re ye û em ê vê pergalê têk bibin. Dê îcar serkeftin a me be. Em kurd ê vê îktîdarê têk bibin.” Ozturk û şandeya pê re di tevahiya rojê de çûn serdana esnafan. 
 
AGIRÎ
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Necla Demîr û Heval Bozdag jî li navenda bajar û navçeyên Dûtax û Bazîdê xebatên hilbijartinê meşandin. Di serdanan de parlamenteran bang li hemû welatiyan kirin ku di tûra duyemîn de jî biçin ser sindoqê. 
 
ERDEXAN
 
Li Erdexanê jî Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Uçar û şandeya pê re li navenda bajar çûn serdana esnafan. Şandeyê bang li esnafan kir ku di tûra duyemîn de dengê xwe bidin. Uçar, bang li her kesî kir ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe ji bo guherînê bidin. 
 
RIHA  
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, li navçeya Pirsûs a Rihayê çûn serdana esnafan. Şande rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Di hilbijartinên parlamenteriyê de li Pirsûsê Partiya Çepên Kesk ji sedî 66,4’ê dengan wergirtibû. Di hilbijartina serokkomariyê de jî ji Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 72.64’ê dengan standibû. 
 
Şande û endamên partiyê çûn serdana esnafên li Bulwara Ataturkê, cadeyên Kuyumcular û Bîr Milyoncularê û şêniyên Taxa Dîkîliyê. Di dema serdana esnafan de eleqeyeke mezin bo şandeyê hebû û welatiyan daxwazên xwe anîn ziman. Bi taybet jî welatiyan xwestin ku ji bo neheqiya li Malbata Şenyaşar hatiye kirin bi dawî bibe gavên mezintir bên avêtin. Her wiha welatiyan destnîşan kirin ku divê ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî bidisiplîntir û xurtir amadekarî bên kirin.  
 
Her wiha welatiyên di avahiyan de jî derket pace û şaneşînan û şande bi tililî û çepikan pêşwazî kirin. Welatiyan peyama xwedîderketina li Partiya Çepên Kesk dan.