Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Gergerlîoglû bal kişand ser îstîsmarkirina dîn ji hêla AKP’ê ve û wiha got: “Gel bedelekî giran da û dixwazin bi rêya îstîsmarkirina dînî vê rewşê veşêrin.” 
 
Yek ji rêbazên ku îktîdara AKP’ê di her hilbijartinê de serî lê dide jî îstîsmarkirina dîn e. Heman rêbaz di hilbijartinên 14’ê Gulanê de û niha jî ji bo hilbijartina 28’ê gulanê tê kirin. Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan ku di demên berê de Qur’an li ser dikan dihejand, di pêvajoya hilbijartinên dawî de gotibû “Em fermanê ji Xwedê digirin. Yên ku ol, ala û azana wan tune ye jî piştgiriyê didin Bay Kemal.” û rastî bertekên tund hatibû. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî îstîsmarkirina –olê ji hêla îktîdarê ve bi ajansa me re axivî. 
 
‘KÊMASIYÊN XWE BI ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ RE VEDIŞÊRIN’ 
 
Gergerlîoglû anî ziman ku îktîdara AKP’ê di mijarên mafên mirovan, aborî, çandinî, sewalkarî, çand û hêj di gelek mijaran de bedelekî giran bi gel da jiyîn û wiha got: “Niha jî hewl dide bi îstîsmarkirina olê re vê rewşê veşêre. Gelemperî taktîka wan a hilbijartinê ev e. Bi îstîsmarkirina olê û bi gotina ‘terorê’ hewl didin van kêmasiyên xwe veşêrin. Hesasiyên civakê yên olê jî li ser bingeha şêweperestiyê hatine avakirin lewma ev îstîsmare cihê xwe digire. Lewma dê vê rewşê her bidomînin. Divê gel li dijî îstîsmarkirina olê hişyar bin. Di temamiya dîrokê de siyasetmedaran her tim derew kirine û gel pê xapandine. Di qadên hilbijartinan de derew kirin, ol îstîsmar kirin û beşeka gel xapandin. Heta li ser vîdeoyên birêz Kiliçdaroglû jî montaj çêkirin û xwestin binhişekî ava bikin. Ji xwe ev tê wateya îstîsmarkirina olê. Olperest tê wateya kesê eleqeya wî bi olê re tune lê hewl dide îstîsmar bike. Êdî sînorê bêexlaqiyê jî derbas kirine. Gelek derewên Erdogan hatine teşhîrkirin lê dîsa jî hêjta serî lê dide. Dibêje qey bi vê rêyê dikare encamekî bi dest bixe.” 
 
‘BÊEXLAQIYÊN XWE BI ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ VEDIŞÊRIN’
 
Bi domdarî Gergerlîoglû bal kişand ser gotinên balkêş ên Erdogan ku hêza medya û dewletê di destê wî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Erdogan bi mejiyê ‘em ê di dema hilbijartinê de van derewan bikin, dema em bi ser ketin êdî piştre derkevin holê jî ma dê werin bîra kê?’ tevdigere. Mejiyê wî bi vî awayî dixebite. Lê divê derdorên îslamî bi ser xwe ve bên. Divê tenê li şikl û gotinan nenihêrin. Bi hejandina Qur’anê û xwendina ayetan tu kes nikare olekê temsîl bike. Ji ber vê rewşa welat xistiyê ciwan ji olê dûr dikevin û bandoreke neyînî li civak û oldaran kir. Hewl didin bêexlaqiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêrin. Îktîdar di pêvajoya hilbijartinê de du amûrên sereke bi kar tîne. Yek ji wan îstîsmarkirina olê û ya din jî zimanê terorîze û krîmînalîze dike ye.”