Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin

img
MANÎSA - Di sindoqa Hejmar 1111 a li navçeya Saruhanliyê de ji bilî MHP’ê dengên hemû partiyên siyasî kêm hatine nivîsandin. 
 
Di sindoqan Hejmar 1111 a li navçeya Saruhan a Manîsayê de ji bilî MHP’ê dengên hemû partiyan kêm hatine nivîsandin. Tenê dengên MHP’ê zêde hatine nivîsandin. Li gorî girteka bi îmzeya şil di sindoqê de Partiya Çepên Kesk 140, AKP’ê 97, MHP’ê 16, CHP’ê 36 û Partiya Îyî jî 23 deng wergirtine. Lê di girteka ser pergala YSK’ê hatiye barkirin de ji bo Partiya Çepên Kesk 114, ji bo AKP’ê 95, ji bo MHP’ê 25, ji bo CHP’ê 33 û ji bo Partiya Îyî jî 12 deng hatine nivîsandin.