Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet

img
STENBOL - Bi deh hezaran kes diherikin mitînga ku Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Destpêkeke bi heybet” li Qada Yenîkapiyê li dar dixe. Di mitîngê de pankarta gotinên “Em tevgereke ku vegera dîrok û evînê ne. Em li pey nemirinê ne” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hate vekirin. 
 
Partiya Çepên Kesk beriya hilbijartinên Serokkomarî û giştî yên 14’ê Gulanê Mitînga Fînalê li Qada Yenîkapi ya Stenbolê li dar dixe. Di mitînga ku bi dirûşmeya “Destpêkeke bi heybet” tê lidarxistin de ji bo sibê peyam tên dayîn. 
 
PEYAMA JINAN 
 
Bi sedan kesên ji rawestgeha Marmaray a Yenîkapiyê bi rê ketin, beriya mitîngê bi dahol û zirneyan ketin govendê. Jinên ku bi cilên xwe yên herêmî ber bi qada mitîngê ve çûn bi îşareta serkeftinê û bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” peyama ku dê di 14’ê Gulanê de desthilata AKP’ê û MHP’ê bi dawî bikin. 
 
REF BI REF TÊN 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Nûnera Partiya Azadiya Civakî (TOP) Nîlay Kûş, Berdevkê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû û namzetê parlementeriyê Sirri Sureyya Onder wek axiver beşdarî mitîngê dibin. Li Qada Yenîkapiyê ya bi alên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin bi hezaran ref bi ref diherikin. 
 
DANASÎNA LOGOYA PARTIYA ÇEPÊN KESK HATE KIRIN
 
Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ên li qadê peywîr girtin, pisûlaya dengan dan welatiyan û nîşandan ku wê deng çawa bên bikaranîn. 
 
‘ÎŞELAH EM Ê SERBIKEVIN’  
 
Qada ku jin bi cilên xwe yên rengîn ên kesk û sor û zer ketin qadê, Dayikên Aştiyê jî bi strana “Em bernadin” ketin qadê. Balkêş bû ku di dema ketina qadê de dayikê wiha got: “Îro roja dawî ya serkeftinê ye, îşelah em ê serbikevin.” Dayikna dirûşmeyên “Berxwedan Jiyan e” berz kirin. 
 
GOTINÊN OCALAN: EM SEMBOLA NEMIRINÊ NE
 
Ciwanên ku bi dirûşmeya “Bijî Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” ketin qadê pankarta “Em bikevin gorê jî em ê di vî şerî de teqez serbikevin” vekirin lê destûr nedan ku pankart bikeve qadê. Li ser vê yekê ciwanan bi pankarta gotinên “Em tevgereke ku vegera dîrok û evînê ne. Em li pey nemirinê ne” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ketin qadê. Ciwanan bi motîfa tavê dowiza “Me roja xwe dît hûn nikarin me bisekinînin” ji destê xwe nexistin. 
 
ALÎGIRÊN AMEDSPORÊ
 
Alîgirên Amedsporê yên di hemû mitîngên Partiya Çepên Kesk de cih digirin û reng didine bi forma û stûmalên xwe Yenîkapi bi rengên kesk û sor boyax kirin.