Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin

img
ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Cizîrê de bang li hezaran kesan kir û wiha bal kişand ser ewlehiya hilbijartinan: “Hûn tevek jî weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin. Divê em îradeya ji sindoqan derdikeve jî biparêzin. Ciwanno, tûrikên dengan neterikînin.” 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi tevlibûna hezaran kesan mitîngeke bicoş li dar xist. Mitîng, li Qada Newrozê ya li rex Bozalan TOKÎ ya li Taxa Konakê hate lidarxistin. Bi hezaran kesan bi cil û bergên xwe yên kurdî qada mitîngê rengîn kirin. Di mitîngê de coşa girseyê di lûtkeyê de bû û bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Piştî axaftinên namzetên parlamenteriyê, hunermend Bajar derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir. Bi hezaran kesan stranên Bajar li gel wî striyan û heta demekî dirêj govend gerandin. Her wiha peyama bideng a Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn a têkildarî hilbijartinê hate guhdarîkirin. 
 
SANCAR: AKP-MHP MIRINÊ PÎROZ NÎŞAN DIDIN
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û bi gotina “Merhaba keleha berxwedanê” dest bi axaftina xwe kir. Sancar, wiha got: “Xelkê birûmet û berxwedêr ê Cizîrê, ez we tevan ji dil û can silav dikim. Ev coşa we li tevahiya welêt belav dibe. Tevahiya welêt dengê bicoş ê Cizîra Botan guhdarî dike. Belê, ji bo 14’ê Gulanê çendek roj mane. Bloka AKP-MHP’ê ji bilî şer, xizanî, kedxwarî û zextan tu tiştekî ne anî vî welatî. Her wiha şer, tunekirin û xizanî hêjayî gelê kurd dît. Binêrin bê ka Suleyman Soylu çi digot. Digot; ‘Em hefteya malê navxweyî êdî bi sêv û hirmiyan pîroz nakin. Em bi ÎHA, SÎHA û bi Atakan pîroz dikin.’ Ev tê çi wateyê? Tê wateya pîrozkirina şer û mirinê. Bloka AKP-MHP’ê şer û mirinê pîroz dikin. 
 
DIJMINATIYA QEYÛM A LI HEMBERÎ KURDΠ
 
Em aştî û jiyanê diparêzin. Bloka AKP-MHP’ê li ser bingeha dijminatiya li kurdan hatiye avakirin. Tifaqa dijminatiya li kurdan e. Bi sepanên qeyûman, îradeya gelê kurd hate xespkirin. Baş e lê van qeyûman çi kir? Ji ewil navên saziyên zimanê kurdî guherandin. Kurdî rakirin û navên bi kurdî jê birin. Saziyên ji bo tenduristî, perwerde û jinan hatin avakirin girtin. Tevek jî dijminatiya li kurdî û gelê kurd e. her wiha bîrdariya li ser navê Orhan Dogan ê hêja hatiye danîn hilweşandin. Gelo ma dema wan navên bi kurdî jêbirin dê kurdî ji holê rabe? Ma dema saziyên wan hatin girtin dê gelê kurd dev ji çanda xwe berde? Ma dema Bîrdariya Orhan Dogan hilweşandin dê bikarin Dogan ji dilê gel derxînin? Silav ji bo kesên mîna Orhan Dogan ku ji bo gelê xwe, ji bo aştî û edaletê têdikoşin û bedel didin. 
 
EM Ê JIYANA KU ÎKTÎDAR HÊJAYÎ GEL DIBÎNE BIGUHERÎNIN 
 
Ew têkoşîna wan bi bedelên giran gihandin vê rojê, emanetî me tevan e. Em ê vê mîrateyê mezin bikin û deynê stûyê me ye ku bigihînin nifşên nû. Vê yekê jî herî zêde hûn ciwan dê bikin. Ciwanno, hûn ê pêşiya her kesî bimeşin. Ev îktîdar xwe bi şer xweyî dike. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer xerc dike û komeke baronên şer ava dike. Di encama vê de jî mirovên me jiyana xwe ji dest didin û gel xizantir dibe. Lê binêrin; Şirnex di rêza pêşveçûnê ya welêt de di rêza dawî de ye. Ev jî tê wateya xizanî, bêkarî û hejariyê. Jiyana ku îktîdar hêjayî gel dibîne ev e. Em jî ji bo guherandina vê jiyanê tên. 
 
ME SERÎ NETEWAND Û EV YEK BO WAN BÛ DERD
 
Ciwanên hêja û rêhevalên min ên jin, pêşengên vê têkoşînê hûn in. Erê rast e hûn dibêjin; ‘em ê bi berxwedanê bi ser kevin.’ Ji xwe em bi berxwedanê bi ser ketin. Dixwestin me tune bikin, serî bi me bidin tewandin. Lê me û gelê xwe li ber xwe da û me tu carî serî netewand. Weke ku hûn jî dizanin Seyîd Riza dema ber bi sêdarê ve diçû wiha gotibû; ‘Min bi lîstik û hîleyên we nekarî û ev yek bo min bû derd. Lê min jî li ber we serî netewand û bila ev jî bo we bibe derd.’ Niha jî me serî li ber wan netewand û ev yek bo wan bû derd. Û me hemû hîle, lîstik û kompasên wan vala derxistin û bila ev jî bo wan bibe ders. Doza girtinê li partiya me HDP’ê vekirin. Rêhevalên me bi dozên kompasê hatin girtinb. Tevek jî dîlgirtiyên siyasî ne. Hiqûqa xwe binpê kirin û ya navneteweyî tune hesibandin. Tevî girtina xwişk-birayên me jî me dev ji rêya xwe berneda. 
 
EM YEKITIYA XWE XURT BIKIN
 
Lê me gotibû; ‘çi dikin bila bikin em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin.’ Vaye niha jî Çepên Kesk heye. Xwişk-birayên hêja, me ew rê afirand. Em niha jî dibêjin tekane rê, Çepên Kesk e. Divê em bi awayekî herî xurt bişînin meclisê. Em xwedî wê hêzê ne ku tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Em bi tifaqa xwe hêj xurttir in. Me li vir Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ava kir. Ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd me gavekî girîng avêt. Yekitiya me ji bo azadiyê pir girîng e. Lewma em dibêjin; em yekitiya xwe xurt bikin. Mamoste Cegerxwîn çi digot; ‘Heke em nebin yek dê biçin yek bi yek.’ Vaye em bûn yek û dê yek bi yek neçin. 
 
DÊ ERDOGAN BI SER NEKEVE 
 
Em dixwazin tifaqa xwe ewqas berfireh bikin ku hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî di nav de cih bigirin. Em têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê dikin yek. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, her wiha dê rêya demokatîkbûna Tirkiyeyê jî veke. Dema me li Tirkiyeyê demokrasî bi hev re ava kir, di heman demê de em ê pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê misoger bikin. Vaye em bi hêzeke xurt tên. Erdogan bi kursiyê ve zeliqî ye û ji bo têk neçe serî li her rêbazan dide. Lê dê nekare serbikeve. Dê îradeya gel hemû lîstikên wî vala derxîne. 
 
DÊ XELKÊ ŞIRNEXÊ RÊ NEDE 
 
Di hilbijartinên 2019’an de Şirnex xesp kirin. Niha jî îtîrafkar vê xespê vedibêjin. Di van hilbijartinan de hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Ew jî têr nekir ku walî, qeymeqam û endamên emniyetê xistin dewrê. Dixwazin bi rêya zext û hîleyan dengên gel bidizin. Lê gelê Cizîra Botan, gelê Şirnexê dê rê nede vê bêexlaqiyê. Em ê vê pergala zordest biguherînin. Em ê bêexlaqiyê têxin bin piyên xwe. Ji bo hilbijartinan çendek roj man. Dê ev hilbijartin di navbera kesên mirin û şer pîroz dibînin û di navbera parastvanên aştî û jiyanê de were kirin. Dê di navbera azadîxwaz û yên zilm û zextê diparêzin de were kirin. Em ê diyar bikin bê ka Tirkiye di vê sedsalê de bikeve kîjan rêyê. Em ê Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin meclisê û bi vê yekê re hêza herî diyarker a azadî, demokrasî û aştiyê biafirînin. Em ê hesaba hemû sûc, dizî û talanan bipirsin. 
 
EM Ê HESABA HER DAREKE LI CÛDÎ HATIYE BIRÎN BIPIRSIN 
 
Em ê jiyana nû tevî gel û baweriyên vî welatî biafirînin. Em ê hesaba her dareke li Cûdî hatiye birîn bipirsin. Ji bo vê jî em di bin siya dara Çepên Kesk tên ba hev. Em dizanin, serkeftin nêz e. Em ê dawî li vê rejîma yekzilamî û îktîdarê bînin. Dê Erdogan bi saya îradeya we têk biçe. 
 
WEKE PEYWIRDARÊN HILBIJARTINÊ TEVBIGERIN
 
Divê her yek ji me yên dengê xwe didin xwe weke peywirdarên hilbijartinê bibînin. Ji bo em bi ser kevin dayîna deng bi tena serê xwe bi têr nake. Divê em xwedî li sindoq û îradeya xwe jî derkevin û biparêzin. Hûn tevek jî ji bo bibin peywirdarên hilbijartinê, ji bo xebatê xwe amade bikin. Herî zêde jî ciwan, divê hûn ciwan tûrikên dengan bi tu awayî bernedin. Ev dixwazin her tiştekî bidizin, dixwazin îradeya me bidizin lê em ê rê nedin wan. Em ê rêveberiya yekzilamî teqez bi dawî bikin. Meşa me meşa azadiyê ye. Ev meş dê wan têk bibe. Em ê bibînin ku di 15’ê gulanê de dê gul vebin û rûyê her kesî bikene. Em ê biharê bînin tevahiya welêt.” 
 
Piştre jî rojnameger Yildirim Turker, Mûrat Çelîkan û Dîcle Anter ku tev li mitîngê bûbûn gel silav kirin. Her wiha peyama dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç hate xwendin. 
 
Herî dawî jî dengbêj Rezanê Batu derket ser dike, stranên xwe pêşkeş kir û mitîng bi dawî bû.