Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin

img
ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku tenê yek deng jî ji bo guherandina qedera Tirkiyeyê pir girînge û wiha bang li hilbijêrên livdar kir: “Ji bo ku hûn dengê xwe bidin, serî li partiya me bidin.” 
 
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî pir kin ma. Bi nêzbûna hilbijartinan re hevdîtin, serdanên esnafan û mitîngên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî zêde bûn. Hedefa Partiya Çepên Kesk ew e ku bi rêjeya ji sedî 20’ê dengan re 100 parlamenteran bişîne meclisê. Di vê çarçoveyê de hem xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinan hem jî ji bo veguhestina hilbijêrên livdar di nava hewldanan de ye. 
 
'SERÎ LI PARTIYA ME BIDIN’
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bang li hilbijêran kir û wiha got: “Ji bo hilbijartinan 6 roj man û em di nava xebateke zêde de ne. Her wiha em ji bo ewlehiya sindoqan amadekariyan dikin. Banga me li tevahiya gelên me ew e ku li her devera Tirkiyeyê ji bo parastina sindoqan bikevin nava tevgerê. Mijara ewlehiyê ne tenê pirsgirêka me, karê her kesî ye. Heke hûn serî li Partiya Çepên Kesk bidin, bi peywardarbûna li ser sindoqan re hûn dê karekî pir girîng li xwe bigirin. Ji bo ku em şeva 14’ê Gulanê bi awayekî ewle biencam bikin û bi awayekî bitenduristir bigihijin 15’ê Gulanê pêdivî bi vê yekê heye.” 
 
'TENÊ DENGEK JÎ PIR GIRÎNG E’
 
Akin, da zanîn ku ji bo kesên li derveyî bajarê dengê xwe dê lê bidin dijîn jî xebatên wan hene û wiha pê de çû: “Dengê her welatiyê dixwaze dengê xwe bide pir girîng e. Heta dengek jî dikare qedera Tirkiyeyê biguherîne. Lewma kesên li bajarê ku dê dengê xwe lê bide najîn, em amade ne ku wan veguhêzin bajarên wan. Ji bo dengên gelê me vala neçin, em dixwazin ku serî li partiya me bidin. Banga me ji bo gelê me ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Bi taybet jî welatiyên me yên li herêmê erdhejê diman û niha koçber bûne. Dibe ku derfetên wan tune bin, em bi taybet jî ji bo wan herêman dixebitin. Di serî de herêmên erdhejê, welatî ku derê bixwazin em amade ne wan veguhêizn.”
 
'DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK’
 
Herî dawî jî Akin ev tişt anî ziman: “Dê di hilbijartinê de du deng bên bikaranîn. Em ê dengekî xwe ji bo Erdogan têk bibin bi kar bînin. Lê dengê herî girîng jî ew dengê ku em didin Partiya Çepên Kesk e. Divê em mohra xwe li binê wê darê bixin. Di pusulaya dengan de tenê darek heye û her dengê ji bo wê darê diçe dê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Dê di mijara avakirina komara demokratîk de roleke mezin bilîze. Lewma banga min ji bo hemû hilbijêran ew e ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” 
 
MA / Tolga Guney