Partiya Çepên Kesk li her derê ye

img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Di hevdîtinan de welatiyan peyama "Em li gel Partiya Çepên Kesk in û em dixwazin AKP'ê birûxînin" dan.  
 
Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dersim Ayten Kordî tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê serdana gundên navçeya Pulurê kir. Di çarçoveya xebatan de serdana gundên Kedek, Ada, Yeşilyazi, Ziyaret, Burnak, Kizik û Çemaliyê hat kirin. Gundiyan bi coşeke mezin namzeta parlementeriyê Kordû û şandeya pê re pêşwazî kirin. 
 
Welatiyên gundê Kedekê gotin: "Em jixwe HDP', ne. Êdî bila ev pergal biguhere." Jineke ciwan ku dê cara ewil biçe ser sindoqê got: "Em ciwan dixwazin ev pergal biguhere. Dengê min ê ewil ji we re ye." Şêniyên gundên din jî gotin: "Em li gel Partiya Çepên Kesk in û em dixwazin AKP'ê birûxînin." 
 
AMED
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Peyasê bi boneya Roja Dayikan çalakiyek li dar xist. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Jin bi kincên xwe yên kurdî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya "Bijî berxwedana jinan" hat berzkirin. 
 
Di çalakiyê de namzeta Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça got: "Ez ê ji bo siberoja we, ji bo we, zarok û neviyên we bixebitim." Namzet Adalet Kaya jî anî ziman ku Roja Dayikan girîng e û got: "Ya pîroz têkoşîna dayikan e. Em ê li ser wê rêçê bin ku we li ber me vekiriye." 
 
Çalakî bi govendgerandinê bi dawî bû.
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû û Mehmet Kamaç û Hevberdevka Partiya  Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn, Sekreterê Giştî yê Alimên Îslamê (DMGS) Tarik Ziyagucuk, Hevşaredarê Karazê Ahmet Kaya û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyê hevdîtin bi gel re kirin. Partiya Çepên Kesk li gund bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. 
 
Di hevdîtinê de gundiyan govend gerand û tim dirûşmeyên "jin, jiyan, azadî", " Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê li stand danî û li bazarê belavok belav kirin. Namzeta parlementeriyê ya bajêr Semra Kiratli û rêveberên partiyê tevlî xebatê bûn. Li ber standê belavok hatin velavkirin û ji welatiyan hat xwestin ku di 14'ê Gulanê de dengê xw ebidin Partiya Çepên Kesk. 
 
ŞIRNEX 
 
Partiya Çepên Kesk li Şirnexê mal bi mal digere. Partiyê li bajarokên Gite û Bespîn ên navçeya Silopiyayê buroyên pêwendîdanînê vekirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan û gelek welatî tevlî xebatê bûn. 
 
Her wiha Partiya Çepên Kesk li bajaroka Ereban a Hezexê jî hevdîtineke gel li dar xist. Namzetê bajêr Bedîrhan Osal û gelek endamên partiyê tevlî hevdîtinê bûn. 
 
MÊRDÎN
 
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan û şandeya pê re li Kerboranê hevdîtin bi gel re pêk anîn. Hevdîtina bi gel re bi govendgerandinê bi dawî bû. 
 
SEMSÛR
 
Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî li navenda bajêr û li navçeyên Sergolan, Bêhiştî û Kolikê domandinç
 
Namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglû û şandeyê li gel wî serdana navçeya Sergolanê ku bandoreke mezin ji erdhejê girtibû, kirin. Şande li navçeyê guh li pirsgirêkên gel kirin û destnîşan kir ku ew ê hesabb erdhejê ji desthilatê bipirsin. Her wiha şande ji aliyê gel ve jî bi coş hat pêşwazîkirin û li navçeyê balavok hatin belavkirin.
 
Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeya li gel wî jî li navenda Semsûrê serdana esnafan kirin. Şande pirsgirêkên esnafan guhdar kir û anî ziman ku ew ê di meclîsê de pirsgirêkên gel bînin rojeve û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bixebitin. Her wiha şande ji aliyê esnafan ve jî bi coş hatin pêşwazîkirin û belavok hatin belavkirin. Namzeta Parlamenteriyê Yuksel Yucedag jî li navçeya Kolikê serdana gundan kir. Li gundan şande belavok belavkirin û pirsgirêkên gel guhdarkirin. Namzeta parlamenteriyê Meryem Cerîtlî jî li navçeya Bêhiştiyê xebatên xwe yên hilbijartinê domandin.
 
MELETΠ
 
Partiya Çepên Kesk li Meletiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê Perîhan Yucekaya, Yusuf Bozkuş, Tulay Şakar, Gaffar Bayram, Rozerîn Ercan û Huseyîn Kilinç li navendê û gundên navçeya Wêranşar û Govikê domandin.
 
Namzeta parlamenteriyê Tulay Şakar û şandeya li gel wê li navçeya Batalgazî tax bi tax mal bi mal geryan û pirsgirêkên gel guhdarkirin û belavok belavkirin. Namzetên parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerîn Ercan û şandeya li gel wan jî li navçeya Çirmikê heman xebat kirin û ji aliyê gel ve jî bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzetê parlamenteriyê Huseyîn Kilinç jî serdana gundên navçeya Govikê kir û li gundan pirsgirêkên gel guhdar kir û belavok belavkirin. 
 
Namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya û şandeya li gel wê jî serdana gundên Wêranşarê kirin. Şande li gund belavok hatin belavkirin û şande ji aliyê gel ve jî bi coş hatin pêşwazîkirin. Her wiha Yucekaya li gund pirsgirêkên gel guhdar kir û anî ziman ku ew dê di meclîse de van pirsgirêkan bînin rojevê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin. Her wiha Yucekaya li gundan hevdîtin bi jinan re kir. 
 
ÎDIR
 
Partiya Çepên Kesk li Îdirê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bajaroka Xaşxeber a Îdirê şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi tevlibûna namzetên parlementeriyê û sedan kesan bi coşeke mezin derbas bû. Gel û namzetan bi hev re govend gerandin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), namzet, endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li şahiyê bûn.
 
Hevserokê DBP’ê yê Îdirê Mehmet Sekman, Namzetên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn têkildarî hilbijartinê ji gel re çend tişt gotin û şahî bi dawî bû.