Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin

img
STENBOL - Xebatkarên ofîsa AFP’ê ya Tirkiyeyê ji ber ku ji pêvajoya lihevkirina TÎS’ê encam derneketiye, dest bi grevê kirin. 
 
Xebatkarên ofîsa Agence France-Presse (AFP) yên Tirkiyeyê li ber ofîsa xwe ya li Şîşliya Stenbolê bi boneya ji pêvajoya lihevkirina Girêbesta Komkarî (TÎS) encam derneket, dest bi grevê kirin. Xebatkarên partiyên siyasî yên muxalîf û rêveber û endamên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) piştgirî dan çalakiya rojnamevanan. 
 
DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRIN 
 
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş di serdanê de axivî û da zanîn ku seranserî hevdîtinên TÎS’ê çi ji destê wan hatiye kirine û got: “Lê me pêşniyazên xwe yên ji bo mûçeyan bi karsaz neda qebûlkirin. Tirkiye bi krîzek aborî ya giran re rûbirû ye. Hema bêje her roj her tişt biha dibe. Di 3’yê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê de em dixwazin xwediyê AFP’ê guh bide daxwazên xebatkarên xwe û em wan vedixwînin ku bi berpirsiyarî rabin.”