Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya

img
BÛRSA / TEKÎRDAG - Partiya Çepên Kesk a li Bûrsa û Tekîrdagê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, bi gel re civiya. 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Tekîrdag û Bûrsayê xebatên hilbijartinê domandin. 
 
TEKÎRDAG
 
Li Tekîrdagê bi tevlibûna namzetê parlamenteriyê Seyîthan Kirmizi li Çewlika Daristanê ya Ataturkê aktîvîteya seyranê lidarxist. Di seyrana gelek kes tevlibûn de belavok hatin belavkirin. Dû re tev li vekirina buroyê ya li Taxa Yenîçîftlîkê bûn. 
 
Namzeta parlamenteriyê Mûazzez Orhan Işik buroya bi al û flamayên partiyê hate xemilandin vekir. Piştî vekirina buroyê li ber stranan govend hate gerandin.  
 
BÛRSA 
 
Li Bûrsayê jî bi boneya cejnê di avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yildirimê, bi tevlibûna namzetên Partiya Çepên Kesk bi gel re civîn hate lidarxistin. Namzetên parlamenteriyê Ceylan Erol Erdogan, Cahît Kirkazak, Necdet Îpekyuz û parlamenterê HDP’ê Erol Katircioglû, Hevserokê HDP’ê yê Bûrsayê Mehmet Dîlek û rêveberên partiyê tev li bûn.  
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk piştî bernameya xwe ya li vir derbarê Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehîrê bûn û cejna gel pîroz kirin.