Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê

img
ENQERE - Partiyên Tifaqa Milet bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê. 
 
Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Pêşerojê ku di nava Tifaqa Milet de cih digirin, bi boneya Cejna Remezanê di saetên serê sibehê de çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Şandeyên partiyan ji hêla Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan, endama MYK’a HDP’ê Sûltan Ozcan û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Çagdaş Kupelî ve hatin pêşwazîkirin. 
 
ROJEV ERDHEJ BÛ
 
Ji ewil Partiya Pêşerojê hate serdanê. Di pîrozkirina cejnê de tenê rojeva hilbijartinên 14’ê Gulanê û karesata erdhejê hebû. Piştî serdana Partiya Pêşerojê jî şandeyeke CHP’ê hate serdanê. Di serdana CHP’ê de jî hat destnîşankirin ku di bingeha hemû pirsgirêkên heyî de îktîdar heye û peyama “divê em îktîdarê di hilbijartinan de têk bibin” hate dayîn. 
 
Tê payîn ku Partiya Saadetê, Partiya Ciwan û Partiya Deva’yê jî piştî nîvro bên serdana partiyê.