Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê

img
STENBOL - Yek ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Îlknûr Bîrol a ji kevneşopiya têkoşîna kedê tê, diyar kir ku ew li herêma 3’yemîn a ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de piştgiriyeke xurt wergirtiye bi biryar in û got: “Hilbijêr di nava lêgerîna xelasiyê de ne.”
 
 
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi vekirinên buroyan û civînên gel û esnafan didomîne. Li 39 navçeyên Stenbolê ku nifûsa herî zêde lê heye, xebat bênavber didomin. Yek ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ku li 3 herêmên bajêr bi 98 namzetên parlamenteriyê xwe ji bo hilbijartinê amade  dike, Hevseroka HDP’a Bajêr Îlknûr Bîrol e. 
 
TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÎ
 
Bîrol a ji Dêrsimê ye, di sala 1965’an de li Stenbolê ji dayik bû . Têkoşîna siyasî ya Bîrol piştî darbeya leşkerî ya 1980’î dest pê kir. Bîrol ku mamoste bû, di sala 1987'an de di nava tevgera kedê de cih girt û di heman serdeman de ji bo sendîkakirina kedkarên perwerdeyê jî tev li nava têkoşînê bû. Bîrol ku yek ji damezrînerên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bû, ji bo du deman Sekreteriya Navendî ya Rêxistinkirinê kir
 
JI MAMOSTETIYÊ HATE AVÊTIN
 
Ji ber axaftineke xwe ya di mitîngeke vê serdemê de bi îdiaya “heqaret” li Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar kir hate girtin û ji mamostetiyê hate avêtin. Bîrol ku di salên 2014-16’an de di nava xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girt, di sala 2016'an de weke mamoste vegeriya ser karê xwe. Bîrol ku piştî teqawîtbûna xwe di nava HDP’ê de aktîf bû, di sala 2021’an de weke Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê hate hilbijartin.
 
Du zarokên Bîrol a ji herêma 3’yemîn a Stenbolê namzete hene. Em bi Bîrol re li ser atmosfera hilbijartinê ya li bajêr, xebat û armancên wê axivîn. 
 
XELASIYA CIVAKÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK E
 
Bîrol bal kişand ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinên 14’ê Gulanê û anî ziman ku desthilata AKP'ê ya 20 salan ji aliyê civakî, siyasî û aborî ve welat ber bi krîzeke mezin ve biriye. Bîrol diyar kir ku di qonaxa heyî de pergal hema hema hilweşiyaye û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo gelan xwedî girîngiyeke 'krîtîk' e. Bîrol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Wê bibe hilbijartineke ku rê li ber îhtîmala Komara Demokratîk veke. Ji ber ku dewleta ku rejîmeke faşîst û yek hişmendî aniye ser civakê. Em bi pergaleke ku civak hejar bûye û di kîjan kêliyê de şer li ser gelan bê ferzkirin re rû bi rû ne. Bi vê hilbijartinê re îhtimal heye ku civak rizgar bibe, karibe biguhere.”
 
‘PÊŞEROJ DI RÊYA 3’YEMÎN DE YE’ 
 
Bîrol, diyar kir ku ew hilbijartin û parlamentoyê weke qadeke têkoşînê dibînin û wiha pê de çû: “Girîngiya bûyîna li Meclisê ya weke parlamenterekî; Ya yekemîn parastin û ewlekirina mafên gelên kedkar ên bindest e. Ya duyemîn jî ew e ku tevî her şêwe astengiyan jî hêzeke ji ya gel mezintir nîne. Namzetiya me ya parlamenteriyê, ji bo bicihanîna wan di nava vê panorama ya tevahiya Meclisê de lêgerîna li temsîlkariyê ye.” Bîrol da xuyakirin ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi ketina hilbijartinê ya ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk re “Rêya 3’yemîn” destnîşan kiriye û bal kişand ku pêşeroja Tirkiyeyê wê bi Rêya 3’yemîn re pêkan be.
 
Bîrol, qala atmosfera hilbijartinê ya li bajêr kir û wiha lê zêde kir: “Dema ku em stratejî û polîtîkayên Partiya Çepên Kesk ên li ser pêvajoyê vedibêjin, em rastî hembêzkirinekê tên. Mirov di jiyana rojane de dibînin ku Tirkiye li guhertinekê digere û pêwîstiya guhertina pergalê lezgîn e. Gelekî ji xizaniyê aciz e heye.  Xizaniya ku bûye mijara pirtûkan, îro li Stenbolê ji aliyê mirovan ve tê jiyîn. Nikarin kirêya xaniyên xwe bidin, nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi kar bînin û fikara siberojê heye. Ji ber vê yekê welatî di nava lêgerîna azadiyê, rizgariya ji xizaniyê de ne. Haya wan jê heye ku zemîna misogerkirina vê yekê di rêya 3’yemîn de ye. Em li her cihê ku diçinê dibînin.”
 
KELEHA AKP’Ê DIHEJE
 
Bîrol, anî ziman ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de li herêma 3’yemîn  a ku namzet hatiye nîşan dan piştgiriyeke xurt werdigirt, lê belê beriya van hilbijartinan bi awayekî şênber tê dîtin ku AKP'ê ji hev ketiye. Bîrol diyar kir ku gelê li herêmê di nava lêgerîneke cidî de ye û wiha got: “Hilbijêr ji ber pirsgirêkên di jiyana rojane de pê re rû bi rû ma, neçar ma tercîha xwe biguherîne. Îro hikûmetê hem hemû îhtîmal û îmkanên dewletê hem jî tehdîdên xwe yên veşartî pêşkêş kiriye.”
 
PIRSGIRÊKÊN LI BENDA ÇARESERKIRINÊ
 
Bîrol, derbarê gavên ku têkildarî pirsgirêkên li bajêr ên li benda çareseriyê mane biavêje de wiha got: “Stenbol bajarekî ku jin, ciwan û teqawît di nava xizaniyeke kûr de dijîn e. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bê rakirin, divê ji bilî tiştên siyaseta navendî bikin, bergiriyên kolektîf bên girtin. Mijara gihandina tendirûstî û veguhastinê yek ji armancên me ye ku em veguherîna bajarî bikin berjewendiya hemwelatîyanku ew bajarekî ewle be ku jin rastî destdirêjî û tundiyê neyên, bibe bajarekî ku xwendekarên zanîngehê lê bijîn û jîyana teqawîtan ya heyî misoger bikin.”
 
Bîrol, bal kişand ser ambargoya medyaya sereke ya li ser Partiya Çepên Kesk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî hemû astengiyan jî em derî bi derî xebatên xwe dewam dikin û vedibêjin ku bê çima divê Partiya Çepên Kesk tercîh bikin. Me her astengî derbas kir, em armanca xwe ya wergirtina du qat  dengan bigirin didomînin.”
 
MA / Ergîn Çaglar