Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be

EDENE - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di serî de pirsgirêka kurd ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, ciwan, zarok, karker û kedkaran bixebitin û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be.
 
 
Partiya Çepên Kesk di demekî ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re kêm dem maye de xebatên xwe bênavber didomîne. Yek ji bajarên ku Partiya Çepên Kesk lê bi îdiaye jî Edene ye. Di hilbijartinên Giştî yên sala 2018’an de AKP’ê ji sedî 34,7 5, CHP’ê ji sedî 26,1 4, HDP’ê ji sedî 13,5 2, Partiya Îyî ji sedî 12,2 2, MHP’ê ji sedî 11,8 2 parlamenter derxistin. Tê payîn ku di hilbijartinên Serokkomarî û Giştî yên serdema 28’emîn de milyonek û 612 hezar û 680 hilbijêr biçin ser sindoqan. 
 
Parlamentera HDP’ê û di heman demê de namzeta Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî xebatên hilbijartinê û armancê wê axivî. 
 
Hatîmogûllari ya anî ziman ku li Edeneyê potansiyeleke xurt a hilbijêran heye, bi lêv kir ku armanc dikin hejmara 2 wekîlên ku hilbijartina beriya niha de wergirtin derxînin 4’an û destnîşan kir ku ji bo gel di şertên nebaş ên niha de derkeve, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
 
Hatimoğulları diyar kir ku meyla gel a ji bo xilasiya ji otorîterî û dîktatoriyê wê bi Partiya Çep a Keskan re pêkan be û wiha got: “Çima Partiya Çepên Kesk? Ji bo hîn bêhtir parlamenterên çepgir, hîn bêhtir parlamenterên elewî, hîn bêhtir parlamenterên kurd, hîn bêhtir parlamenterên jin, hîn bêhtir sosyalîst bikevin Meclisê, navnîşana me Partiya Çepên Kesk e. Helbet ji bo ku fikra HDP'ê veguhêzin Meclisê em ê bibêjin Çepên Kesk.”
 
‘NAVNÎŞANA GELAN Û KEDKARAN E’ 
 
Hatîmogûllari da xuyakirin ku xizaniya bi bêkariyê re kûr dibe di destpêka pirsgirêkên heyî yên Edeneyê de ye û anî ziman ku Partiya Çepên Kesk di mijara têkoşîna li dijî bêkarî û xizaniyê de di noxteyeke girîng de ye û navnîşana gelan, karker û kedkaran e. Hatîmogûllari da xuyakirin ku di dema hikumeta AKP’ê de tundî û komkujiyên li dijî jinan qat bi qat zêde bûne û anî ziman ku cînayetên jinan ên li Edeneyê di ser rêjeya navendî ya Tirkiyeyê re ne. Hatîmogûllari diyar kir ku Partiya Çepên Kesk derbarê tundiya li dijî jinan de helwesta herî zelal nîşan daye û ji bo Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê û qanûna bi hejmara 6284’an bê pêkanîn wê têkoşîneke mezin bimeşîne. 
 
‘PIRSGIRÊKA KURDAN WÊ BI RAKIRINA TECRÎDÊ BÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û anî ziman ku desthilat şûna ku bi xizaniyê re têbikoşe budçeyê ji polîtîkayên ‘ewlekariyê’ re vediqetîne. Hatimogûllari diyar kir ku ji bo budçe ne ji bo şer ji bo gel were veqetandin divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û anî ziman ku bidestxistina mafên gelê kurd wê rê li ber bidestxistina mafên hemû gelan veke. Hatîmogûllari, diyar kir ku di serî de pirsgirêka kurd ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, ciwan, zarok, karker û kedkaran bixebitin û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be.
 
‘EM Ê XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Hatîmogûllari ya da zanîn ku xebatên wan ên li ser ewlehiya sindoqan dewam dikin, anî ziman ku wê li her sindoqê muşahidên wan hebin û dengên xwe biparêzin û got: “Ev hikumet wê teqez winda bike, wê biçe. Beriya niha li Edeneyê 2 parlamenter hebûn. Em niha armanc dikin ku ji du parlamenteran zêdetir dengan bistînin. Em armanc dikin ku zêdetir wekîlan bigirin. Ji ber vê yekê divê weke civak em zêdetir li Partiya Çepên Kesk xwedî derkevin.”
 
MA/ Hamdûllah Yağîz Kesen