Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter

COLEMÊRG - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe neçar mabû ku ji bajarê xwe koç bike. Parlak ku niha li bajarê xwe bûye namzet, wiha got: “Em ê berxwedana vî gelî di 14’ê Gulanê de veguherînin cejnê.” 
 
Yek ji bajarên ku coşa hilbijartinên 14’ê Gulanê herî zêde lê heye jî Colemêrg e. Eleqeyeke mezin a xelkê Colemêrgê bo namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onur Duşunmez heye. Her xebata hilbijartinê ya namzetan vediguhere mitîngê. 
 
Di hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de hejmara hilbijêrên bajar 168 hezar û 258 bû. Di van hilbijartinan de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya dengan a ji sedî 70.2’yan 2 parlamenter, AKP’ê jî bi rêjeya ji sedî 23,8’an ve parlamenterek derxistibû. Tê payîn ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de 186 hezar û 155 hilbijêr biçin ser sindoqan. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak got hedefa wan ew e ku ji sedî 90’ê dengan bistînin û her sê parlamenteran jî bi dest bixin. 
 
KOÇBERIYA JI NEÇARIYÊ YA BER BI ENQEREYÊ VE
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, di sala 1989’an de li navçeya Çelê ji dayik bû. Malbata Parlak, di destpêka salên 90’î de ji ber zextên dewletê neçar ma ku koçî Enqereyê bibe. Parlak, Beşa Teknîkeriya Elektronîk Komînîkasyonê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê xwend û di sala 2008’an de bi awayekî çalak tev li siyasetê bû.  Parlak, hem li BDP’ê û hem jî di nava HDP û HDK’ê de bi peywirên cuda rabû. Ji xebatên ciwanan tev li partiyên siyasî bûbû û di kongreyên salên 2019 û 2022’yan de weke Hevserokê HDP’a Enqereyê hate hilbijartin. Parlak, da zanîn ku xeyalên wî yên zarokatiyê nîvco hatin hiştin û sirgûnî metropolê hatiye kirin. 
 
Parlak, da zanîn ku gelê kurd ji salên 90’î heta niha li metropolan rastî polîtîkaya pişaftinê tê û dewlet hewl dide bi rêya bêkariyê wan terbiye bike. Parlak, dibêje ku li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê, wan bi xwedîderketina li nasnameya “kurdî” dest bi têkoşîna xwe kirine. 
 
‘BAZIRGANÎ HATE BISÎNORKIRIN’
 
Parlak, got ku ev zêdetirî 30 sal in gelek gundên Colemêrg û navçeyên wê bi navê “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine qedexekirin û wiha domand: “Bi qedexekirina gundan re aboriya bajêr bi temamî têk çû. Qedexeyên ser gund û zoman ev demekî dirêj e berdewam in. Li dijî van qedexeyan, hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in. Xebatên çandinî û sewalkariyê hatine bi qedexeyan hatine bisînorkirin û bi sînorê sunî re jî bazirganiya li ser sînor hatiye bisînorkirin.” 
 
‘BÛDÇE JI BO GEL NAYÊ VEQETANDIN’
 
Bi domdarî Parlak anî ziman ku li herêmê polîtîkayeke aboriyê ya pêşiya civakê vedike tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Temamiya bûdçeya heyî ji bo şer tê veqetandin. Heke pereyê ji bo wesayîtên bizirx û helîkopterên li bajar tên xerckirin bo gel bihatina xerckirin, dê pirsgirêkeke bi navê aramî û refahê nemabûya. Li gel ku bi sedsala ye li bajar şerekî dijwar diqewime jî, xelkê bajar ziman û çanda xwe parastiye. Di pêvajoyên dawî de herêm rastî polîtîkaya guherandina demografyayê û pişaftinê tê. Îktîdar zêdetir dixwaze ku civakeke dejenerebûyî û riziyayî hebe. Divê em jî di 14’ê Gulanê de bersiveke baş bidin van hewldanan. Li Colemêrgê êdî kesên deng didan bloqa AKP-MHP’ê jî aciz in. Heke em bixwazin rê li ber polîtîkayên şer û rewşa heyî ya xerab bigirin, divê em bikin ku Partiya Çepên Kesk bi hejmareke zêde bikeve meclisê. Em ê li meclisê jî bibin partiya diyarker.” 
 
‘EM Ê BI 3 PARLAMENTERAN SERKEFTINÊ PÎROZ BIKIN’
 
Parlak, anî ziman ku li Colemêrgê ji bo wan û partiyê eleqeyeke mezin heye û wiha pê de çû: “Xelkê Colemêrgê her tim tişta ketiye ser milê xwe kiriye. Piştî danasîna namzetan a li Colemêrg, Gever, Şemzînan û Çelê, gel hîn bêhtir xwedî derket. Her wiha coş û xwedîderketina ciwanan zêde ye. Di hilbijartinên berê de leşker û polîsên bi rûpoş li pêşiya dibistanan bi cih kirin û parlamenterek wisa derxistin. Dê gelê me li dijî polîtîkayên tayînkirina qeyûman, di 15’ê gulanê de her sê parlamenterên me jî bişîne meclisê û serkeftina xwe pîroz bike. 
 
Em ê mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund bigerin. Du sedemên girîng ên rêjeya bilind a dengan a gelê Colemêrgê heye. Ya yekemîn; yekitiya neteweyî. Ya duyemîn jî; polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Ev tecrîd niha li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Hema hema li her devera Colemêrgê qereqol hatine avakirin, bajar hatiye dorpêçkirin û di tecrîdê de ye. Rêya têkbirina vê tecrîdê jî, birêxistinkirina civakê û zexta aştiyê ye. Bajarê me ji ber êrişên bi salane didomin, hinek westiyaye lê berxwedana wan didome. Em ê di 14’ê Gulanê de berxwedana gel veguherînin cejnê. Heke tecrîd were rakirin û rêya aştiyê vebe, em amade ne ku erk û berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bi cih bînin. Banga min ji bo hemû ciwanan ew e ku tevlibûneke xurt bibe û hemû endamên malbatê qaneh bikin ku dengê xwe bidin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz