Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekirin. Yek ji namzeta Amedê Halîde Turkoglû diyar kir ku dixwazin di Meclisê de herî kêm bi 100 parlamenteran cih bigirin û wiha got: “Em ê yek zilamî bişînin, me soz da hev.”
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Wanê têkildarî “Mitînga Jinan” a dê di 26’ê nîsanê de têkildarî hilbijartinên 14’ê gulanê de li dar bixin li ser Cadeya Cûmhûriyetê belavok belavkirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Sînan Çîftyurek, Taylan Ertaş û gelek kes beşdar bûn. Di dema belavkirina belavokan de her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” , “Jin jiyan azadî” berzkirin û lîlandin. 
 
QERS
 
Partiya Çepên Kesk, bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê yên Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Alp, Sertaç Çelîkkalelî li navenda bajêr buroya hilbijartinê vekir. Namzet û şandeya bi wan re yên li ber avahiya Partiya Çepên Kesk hatin bahev, bi çepik û tilîliyan ber bi buroya hilbijartinê ve meştiyan û gel silavkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît ê beriya vekirina buroyê axivî, wiha got: “Me dest pê kir em tên. Ji Edîrneyê heta Qersê , ji Colemêrgê heta Trakyayê ji Wanê heta Enqereyê bayê Partiya Çepên Kesk tê. Çiqas keyfxweş in ku nûnerên gelekî wiha û têkoşîneke wiha ne.”
 
AMED 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Karazê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, Mehmet Kamaç, Adalet Kaya yên ji bo vekirina buroyê çûn, di ketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û bi konvoyê çûn navenda navçeyê. Welatiyan dema konvoy ber bi navçeyê ve diçû bi çepikan, tilîliyan û îşareta serkeftinê konvoy silav kirin. Di vekirina buroyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bimre faşîzm” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Yek ji namzeta parlamenteriyê Adalet Kaya ya di vekirina buroyê de axivî, bi bîr xist ku ji hilbijartinan re 24 roj mane û wiha got: “Tiştên ku ji me girtin em ê paş ve bigirin. Em ê vê bi gelê kurd ê serê xwe netewîne re serbêxin. Em dizanin ew dizin. Ji ber vê divê em xwedî li lîstik û sindoqên xwe derkevin. Em ê di 15’ê Gulanê de tecrîdê bişikînin. Em ê pergala rantê bi dawî bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin.”
 
Yek ji namzetên parlamenteriyê Mehmet Kamaç jî bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke rojekê ye. Bi salane hewl didin gelê kurd ji holê rakin lê gelê kurd her tim li dijî vê li ber xwe da. Gelê kurd êdî di vê sedsalê de statuyê dixwaze. Gelê kurd dê di sindoqê de vê îradeyê nîşanî wan bide. Dê wan têk bibe. Di heman demê de wê qeyûman jî bi sindoqan re bişîne.”
 
Piştî axaftinan buro hate vekirin. 
 
LI HÊNE BÛROYA HILBIJARTINÊ BI COŞ HATE VEKIRIN 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Hênê ya Amedê bûroya hilbijartinê vekir. Namzeta parlamenteriyê ya Amedê Halîde Turkoglû û gelek kes tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Şande, di ketina navçeyê de bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin. 
 
Namzeta parlamenteriyê Halîde Turkoglû di di vekirina bûroyê de axivî û wiha got: “Ev hilbijartin, hiplbijartina biryarê ye. Weke kurdan me xwe birêxistin kir, weke jinan me xwe birêxistin kir û me tevî kedkar, cotkar û gundiyan xwe birêxistin kir. Me tu carî serî li ber zilmê netewand. Ew yekzilam niha ji me re dibêje careke din şens bidin min da ku we bêhtir bieciqînim. Kurd û gelên din neçarin ku sindoqan veguherînin berxwedana Newrozê. Ji ber ku em ê li hemberî vê rejîma yekzilamî serî netewînin û dê wî têk bibin. Têkbirina wî bi tena serê xwe bes nake û divê weke Partiya Çepên Kesk em herî kêm 100 parlamenteran bişînin meclisê.” 
 
LI DIJÎ ZILMÊ TÊKOŞÎNA KURDAN HEYE
 
Her wiha li navçeya Pîranê jî piştî serdana goristanan, xebatên hilbijartinê hatin kirin. Serdana goristanan bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hate kirin û gelek kes tev li bûn. Şandeya ku dixwest biçe Goristana Pîrejmanê ji hêla cendirmeyan ve hate astengkirin. Piştre jî şande çû serdana goristanên li navçeyê û dua kirin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag di serdanê de axivî û wiha got: “Dê serkeftina vê hilbijartinê bi saya kurdan bibe û AKP-MHP dê têk biçin. Hikûmeta AKP-MHP’ê nehişt malbat biçin serdana gorên zarokên xwe. Dibe ku nehêlin em biçin goristanan lê dê nekarin wan nirxan ji dilê me derxînin.” 
 
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî di serî de Şêx Seîd bi bîr anî û got ku hêj jî cihê gora wî nayê zanîn. Ozsoy, bi domdarî got ku berxwedana gelan a li dijî zilmê didome û dê gel di hilbijartinan de bersiva pêwîst bide.