Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin

img
SILÊMANÎ - Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, piştî hevdîtina li gel şandeya HDP'ê diyar kir ku ji bo piştgiriya hewldanên HDP'ê yê yekîtiya neteweyî amade ne. Heyeta HDP'ê jî diyar kir ku di ziyaretan de dîtin ku hemû alî yekîtiya kurdan dixwazin. 
 
Li gorî Nuçeya ROJNEWS'ê, şandeya HDP’ê ya ku ji parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Bedran Ozturk, Endama Lijneya Rêveber Zeyneb Boga pêk tê, serdana navenda Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir. Şandeya HDP'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û endamên polîtburoyê Ebdullah Hacî Mehmûd, Refhet Ebdullah, Tanya Tahîr û Fetîh Reûf ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr û Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd civîna çapameniyê ya hevbeş lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de, di serî de Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd axivî û got; "Di hevdîtina li gel şandeya HDP'ê me guftûgo têkildarî rewşa siyasî û girîngiya yekîtiya neteweyî kir. Li gorî me yekrêziya Kurdan girînge û pêwîste Kurd yekrêz bin. Weke Partî em piştgiriya hewldanên HDP'ê dikin. Tişta ku bikeve li ser milê me emê bikin."
 
DI ZIYARETA HEMÛ PARTIYAN DE DAXWAZA YEKÎTÎYÊ DERKET PÊŞ 
 
Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got; "Di hemû hevdîtinên li gel aliyan de, me dît ku hemû yekîtiya kurdan dixwazin. Lewma wê hewldanên me yên ji bo lidarxistina kongreya neteweyî  berdewam bikin. Divê mijara yekîtiya neteweyî di çarçoveya axaftinê derkeve û di pratîkê de pêk were."