Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e

img

ENQERE  – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bal kişand ser axaftinên Erdogan û got: “Roja borî dibêje 'Heta ku li Sûriye aramî tune be li Tirkiye aramî nabe' Raste yê aramiyê xera dike tu ye. Dema tu ji Sûriye derkeve tu dê ji îktîdarê jî dakeve. Terîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e. Tecrîd li dijî aştî û demokrasiyê ye." 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civina partiya xwe ya heftane de geşedanên di nava hefteyê de nirxandin. Temellî, bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Li gertîgehan rewşa xerab, binpêkirina mafan, îşkence her ku diçe giran dibe û zêde dbe. Temellî, anî ziman ku bi dehan caran Wezareta Dadê hişyar kirine, lê tu gav nehatiye avêtin û wiha got: “Dema em li rewşa girtîgehan dinerin em siyaseta AKP'ê dibînin. Dema AKP hat ser îktîdarê li girtîgehan 55 hezar girtî hebûn. Lê îro 230 hezar girtî hene. AKP di 16 salan de tenê ji bo nifûsa girtiyan zêde bike xebetî. Nêzî 490 hezar kes bi şertê kontrola edlî serbest in. Nikarin seyehata dervê welat bikin. Êdî Tirkiye bûye girtîgeha servekirî. Wezîr daxuyani didin û diyar dikin ku 38 girtîgehan ava dikin. Îktîdar bi avakirina girtîgehan pesnê xwe dide." 
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ SAZÎKIRINA FAŞÎZMÊ YE' 
 
Temellî, da zanîn ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde heyet heyet nikarin biçin Îmraliyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nikare hevditinan bike. Bi vê yekê dixwazin Tirkiye têxin bin tecrîdê. Dixwazin hemû mirovên Tirkiye di bin şertê tecrîdê de bidin jiyandin. Tecrîd li dijî aştî, demokrasiyê ye. Tecrîda li ser îmraliyê polîtîkaya şer e. Tecrîda li Îmraliyê sazîbûnkirina faşîzmê ye." 
 
‘70 HEZAR XWENDEKAR HENE'
 
Temellî bal kişand ser girtina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî û wiha berdewam kir: "Xwendekarên zanîngehê ji ber ku aştî xwestin hatin girtin. Îro li girtîgehan 70 hezar xwendekar hene. Ji nifûsa gelek zanîngehan bêtir xwendekar îro girtî ne. Gelek xwendekaran 12 - 16 sal ceza girtine. Ev polîtîkaya AKP'ê ye. Em bi biryarin li hemberî van hemû polîtikayan têkoşînê bêtir bilind bikin." 
 
'ÎKTÎDAR JI BO ÇARESERIYA SÛRIYE GAVAN NAVÊJE'
 
Temellî bal kişand ser polîtikayên hikûmetê yên li ser Sûriye û wiha lê zêde kir: “Duh bi şev der barê çekên kîmyewî de BMGK'ê civîna awarte pêk anî. Serokomarê Tirkiye bi Serokê DYA re bi telefonê axivî. Got ger ku çekên kimyewî hatine avêtin divê mudaxale bike. Dema van axaftinan dike li ser gumruke jî diaxivin. Hem li ser rewşa Sûriye di axivin û hem jî bazirganiyê dixin nava vê mijarê. Ev nîşan dide ku hêsirên derewîn dibarînin. Em dizanin ev çekên kîmyewî ji ku çûn. Roja wê bê ev belge dê ronî bibin û hemû cîhan dê bibîne. Rojek bê dê kesên çekên kîmyewî bikar tînin dê bên darizandin. Mijara Efrînê bi qasî mijara Duma girîng e. Nezîkatiya li hemberî Efrînê û nêzîkatiya li hemberî Duma divê wekî hev be. Yên ku qala çareseriya demokratik a Sûriyeyê dikin, talankirin û wêrankirina OSO ya li Efrînê nabînin.
 
 
YÊ LI SÛRIYE ARAMIYÊ XERA DIKE ERDOGAN E
 
Bermahiyên DAIŞ'ê OSO’ ji Sûriye derxin û derkevin. Dive demek berî demekê her kesên biyanî ji Sûriye derkevin. Çareseri bi vîna gelê Sûriye ya azad pêkan e. Li Sûriye kurd, êzîdî, suryanî hene. Li ser vê axê çareserî bi vîna azad ya gelê Sûriye pêkan e. We OSO xistiye wir bi vî rengî çareseri pêk nayê. Rojê Borî digot 'Ger ku li Sûriye aramî tune be li Tirkiye aramî nabe. Belê yê aramîyê xera dike tu ye. Dema tu ji Sûriye derkeve tu dê ji îktîdarê jî dakeve." 
 
QEYÛM TAYÎNÎ SÛRIYE DIKIN Û TAYÎNÎ MECLÎSÊ JÎ DIKIN
 
Temellî, da zanîn ku hikûmetê qeyûm tayînî meclîsê jî kir û wiha got: "Hefteya borî Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman civîna ku diviya bû Parlamenterê HDP’ê Mithat Sancar bi rêve bibe mudaxale kir û wî bi xwe bi rêve bir. Mexiyê xwe bi qeyûmê xera kirine. Qeyûm tayînî Sûriye dikin, tayînî meclîsê jî dikin. Fîrmaya ku li Akkuyu santrala Nukleerê çê dike, fîrmaya ku Çernobil çêkiriye ye. Tişta ku li Çernobîlê pêk hat em nizanin ku li Akkuyu jî pêk bê ya na. 
 
ABORIYA TALANÊ YE
 
Me berê digot aboriya xizaniyê. Lê em dikarin êdî bêjin Aboriya Talankirinê. Duh her kesî pakêta teşvikê dît. Ev pakêta talankirinê ye. AKP di bin navê teşwîkê de talan dike. Êdî sere werîs ji destê wan derketiye. Mînaka herî şênber serdema Çiller bû. Di navbera tifaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartinê de hevdîtin zede dibe. Hevditin li ser tifaqa hilbijartinê û tifaqa Cumhur e. Aşkere ye ku ev îtîfaq li ser kijan bazarê hatiye avakirin. Qala kijan demokrasiyê dikin. Divê em ji nûve pênaseya Demokrasiyê bikin. Divê em pîvan û rêgezên demokrasiyê ji nûve dînin holê û ji nûve pênase bikin. Dema mijar dibe pirsgirêka kurd demokrasî li holê namîne. Dema mijar dibe Efrîn demokrasî li holê namîne. Dîsa dema xizanî û binpêkirina mafan dibe rojev demokrasî ji holê radibe.