Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin

img

SILÊMANÎ - Şandeya HDP’ê serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kir û di serdanê de li ser kongreya neteweyî axivîn. 

Şandeya HDP’ê ku 4 rojin li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike, hevdîtinên xwe yên li gel alî û hizbên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di çarçoveya hevdîtinên xwe de li bajarê Silêmaniyê çû serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê. Şandeya HDP’ê ji parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçîer, Berdan Ozturk û Dîlek Ocalan pêk dihat, ji aliyê Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih, Berpirsê Peywendiyên Hevpeymanê Dilşad Ebdulrehman û çend endamên din ve hate pêşwazîkirin.
 
Piştî civînê herdû aliyan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr û Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih axivîn. Berhem Salih wiha got; “Me di civînê de qala kongreya netewî kir. Me qala pêwîstiya komkirina hemû hêzên Kurdî kir. Her wiha biryara me ewe ku em van şêwiran zêdetir bikin. Di vê serdemê de karê bi hev re pir giringe. Tifaqa Kurdan pêwîste. Ji bo carek din Kurd weke pêştir rastî aloziyan neyên tifaq giringe. Kak Osman te got, ‘Kurdistan di dilê me de ye’ hun jî di dilê hemû Kurdan de ne.”
 
Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr jî axivî û bal kişande ser giringiya tifaqa hêzên Kurd û yekîtiya neteweyî û wiha got; “Dibe rojek bê ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin. Berxwedana me ji bo aştiyê didome.”
 
 Baydemîr herî dawî daxwaz kir ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî hîn zêdetir rol bilîzin.