Çîftyurek: Ger ku em rûhê Newrozê daxin kolanan tecrîdê bişkê
Piroglu: Demokrasî dê bi azadiya Ocalan pêş bikeve

img

STENBOL - Serokê Giştî yê OSP Sînan Çiftyurek, bal kişand ser terîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ger ku bi ruhê Newrozê em dakevin kolanan dê tecrîd bişikê." Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu jî têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Ger ku Ocalan azad bibe dê demokrasî pêş bikeve û ji bo pêşketina demokrasiyê divê Ocalan azad bibe. 

Li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin. Hemû mafê hevdîtina malbat, heyet û parêzeran a ji ser Birêz Ocalan hatiye qutkirin. Hemû mafê ragihandinê ji destê wî hatiye girtin. Ev pêkanîna ceza ji Girtîgehên Tîpa F yên din cudatir e. Ji 2011'an heta niha 7 salin parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 2015'an heta niha heyet nikarin biçin. Ji 2016'an heta niha jî malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin. Ev tenê ji bo Girtîgeha Îmraliyê derbas dibe. Serokê Giştî yê OSP Sînan Çiftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalizm û Azadiyê (OSP) Sînan Çiftyurek, bal kişand ser terîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ger ku bi ruhê Newrozê em dakevin kolanan dê tecrîd bişikê. Ji sazumankariya Komara Tirkiye heta niha li Tirkiye li dijî kurd û siyasetmedarên kurd cudahiyek tê meşandin. Polîtîkayek taybet heye. Ev polîtîkaya ku bi salan didome îro di şexsê Îmraliyê de xwe dide der. Ev helwesta dewletî bi tu awayî bi xwe re çareseriyê nine. Li şûna pirsgirêkê çareser bike bêtir pirsgirêkê kûr dike. Tecrîda îro li ser Ocalan tê meşandin bêtir rageşiyê pêş dixe. Îro pirsgirêka kurd û Kurdistanê heye." 
 
‘TECRÎD DÊ BI RUHÊ NEWROZ BIŞKÊ' 
 
Çiftyurek xwest pêşeng û siyasetmedarên kurd di 4-5 salên dawî de hesabê pêvajoyên Kobanê, 25'ê îlonê, 16'ê Kanûnê û hilweşîna Kerkûkê û 20'ê Çile şerê li dijî Efrînê baş analîz bike û li gorî wê gavan bavêjin û wiha got: "Kurt tevî OHAL’ê di Newrozê de dîsa bi milyonan daketin kolanan. Divê Kurd bi ruhê Newrozê dîsa dakevin kolanan û tecrîdê bişkînin. Ger ku bi vî ruhî dakevin kolanan dê tecrîdê bişkînin. 
 
POLÎTÎKA LI ÎMRALIYÊ NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ KURDAN E
 
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu jî têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Ger ku Ocalan azad bibe dê demokrasî pêş bikeve û ji bo pêşketina demokrasiyê divê Ocalan azad bibe. Tecrîda li Îmraliyê polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan dimeşîne nîşan dide. Divê em nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kurdan di nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê de karibin analiz bikin. Girtiyên din anîn cem Birêz Ocalan. Dewlet li Îmraliyê çawa gavan bavêje piştre bi heman rengî li Kurdistanê jî heman gavan davêje. Tirkiye her dem wekî ku pirsgirêka kurdan tune be nêzîk bû. Rejîma Apartheid jî li dijî Nelson Mandela tecrîdek bi heman rengî pêk anîbûn. Dema em li wê pêvajoyê binerin em dibinin ku têkçûna rejîma apartheidê bi azadiya Mandela pêk tê. Ger ku sosyalîstên li Tirkiye jî ji hişmeniya faşist bêzarin û fikarên wan hene, divê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin. Ev yek bi rakirina tecrîdê pêkan e. 
Ger ku dê li vî welati demokrasî pêş bikeve ev yek bi şikandina tecrîdê pêkan e. Divê Ocalan bê berdan û zada bibe. Wê demê demokrasî û mafên mirovan dê li Tirkiye pêş bikeve. Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Çareseriya pirsgirêka kurd raste rast bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê hemû kesên ji azadi û demokrasiyê bêpar tekoşînê xurt bikin û bilind bikin. Pirsgirêk ne kurd in. Pirsgirêk divê yên din jî bi wasî kurdan têkoşînê xurt û geş bikin. Divê kurd, tirk, karker, kedkar û hemû kesên bindest mil bidin hev û bi hevre têkoşînê xurt bikin." 
 
MA / Ruken Tuncel