YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin

img
ENQERE - YSK’ê lîsteya 36 partiyên siyasî ku mafê wan ê bikevin hilbijartinên giştî û serokkomariyê hene aşkere kirin. 
 
Lijenya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) lîsteya 36 partiyên ku mafê beşdarbûna hilbijartinên serokkomarî û giştî yên ku dê di 14 'ê Gulanê de pêk bên hene aşkere kirin.
 
Li lîsteya herî dawî di tîrmeha 2022’yan de hate aşkerekirin Partiya Çep a Kesk (Partiya Pêşerojê ya Çep û Keskan), Partiya Zafer, Partiya Yenîlîk, Partiya Rêya Netewî, Partiya Rizgarkirina Gel, Partiya Tirkiyeya Mezin jî di nav de 8 partî lê hatin zêdekirin.