Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşener

img
ENQERE - Ekrem Îmamoglû û Mansur Yavaş çûn Navenda Giştî ya Partiya Îyî û dê bi Meral Akşener re hevdîtinê bikin. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, di civîna 12’an a Tifaqa Milet de namzetiya serokkomariyê ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû red kir û mase terikand. Akşener, niha jî îşaretên vegera Maseya Şeşling dide. 
 
Li dijî bangawaziyên namzetiyê yên Akşener, Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş peyama “Em bi Kiliçdaroglû re ne” dan. Îmamoglû û Yavaş çûn Navenda Giştî ya Partiya Îyî û dê bi Akşener re hevdîtinê bikin. 
 
YAVAŞ DAXUYANÎ DA 
 
Mansur Yavaş têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Em şaredarên Tifaqa Milet in. Mimkin nîne ku em van geşedanan tenê temaşe bikin. Em hatin ba hev û şaredariyên bajarên mezin ên weke Enqere û Stenbolê bi dest xistin. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Tehemûla gelê me ya ji bo jihevcudabûnê nîne. Piştî erdhejê divê em bên ba hev û van birînan derman bikin. Ev daxwaz, daxwaza gel e. Me jî ev yek bo xwe weke peywirek dît, bi birêz serokê giştî re parve kir û dê binirxînin.”