Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, beriya civîna bi Tifaqa Millet re şaredarên partiya xwe li hev civand û bi Ekrem Îmamoglû û Mansûr Yavaşla bi taybetî hevdîtinek pêk anî. 
 
Liv û tevgera piştî veqetandina Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ji Tifaqa Millet li Enqerê didome. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku duh Lijneya Birevebirina Navendî (MYK) ya partiya xwe li hev civand, îro bi şaredarên partiya xwe re civiya. Kiliçdaroglû, bi şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û şaredarê Enqerê Mansûr Yavaşla ku banga Akşener a li xwe red kirin re bi taybetî hevdîtinek pêk anî. 
 
Hat hînbûn ku li navendên giştî yên Partiya Demokrat (DP) û Partiya Pêşerojê jî civînên awarte tên lidarxistin û rewşa heyî tê nirxandin. 
 
TIFAQA MILLET LI HEV DICIVE
 
Li ser daxuyaniyên ku duh ji aliyê Akşener ve hatin dayîn li bendê ye ku CHP, Partiya Demokrat, Partiya Saadetê, DEVA û Partiya Pêşerojê îro saet di 17.00'an de bi malovaniya Partiya Saadetê di bin sîwana Tifaqa Millet de li hev bicivin.