Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin

img
HATAY - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kir û got tevî ku 17 roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî hewcedariya konan û tiştên sereke nehatine temînkirin. 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû serdana Hatayê ku di 20’ê sibatê de du erdhej lê çêbûn kir. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş, Şaredarê Antlayayê Muhîttîn Bocek, Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş jî li gel Kiliçdaroglû bûn. Kiliçdaroglû û şandeya pê re ewilî serdana Navendên Koordînasyona Erdhejê ya şaredariyên Erdhejê kir. Kiliçdaroglû li Navenda Koordînasyonê daxuyanî da. 
 
‘ŞAREDARIYÊN ME DI NAVA HEWLDANEK AWARTE DE NE’ 
 
Kiliçdaroglû anî ziman ku divê welatek ku birînên mexdûran lê pêçandin û bi hêviyek ku li siberojê binêre were avakirin û got: “Helbet em dizanin gelek pirsgirêkên hemwelatiyên me hene. Em bi viya baş dizanin. Tevî ku 17 roj derbas bûn hê jî hewcedariyên sereke ango bingehîn yên mexdûran nehatine temînkirin. Lê şaredarên me bi dil û can dixebitin û di nava hewldanek awarte de ne. Ez vê tenê lanseyi şaredariyên CHP’ê nakim. Hemû şaredarên me di nava hewldanek awarte de ne. Lewma ez bi dil û can spasiya hemû şaredarên me dikim.” 
 
‘HÊ JÎ PIRSGIRÊKA KONAN NEHATIYE ÇARESERKIRIN’
 
Kiliçdaroglû destnîşan kir ku divê bajarê Hatayê ji nû ve bê pêşvebirinê û wiha axivî: “Hê jî hewcedariya ji bo konan bi temamî nehatiye temînkirin û ev pirsgirêk neqediyaye. Kêmasiyên mezin li vir hene. Divê ev kêmasî jî bi lez û bez bên temamkirin. Xelk naxwaze bajar û warê xwe biterikîne. Tevî ku bi ser erdhej3e re 17 roj derbas bûn jî hê jî pirsgirêkên sereke hene û em di ferqa vê yekê de ne. Pirsgirêkên wek av, ceyran û konan hene. Divê ev bi awayek zû were çareserkirin.”