Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê û wiha got: “Divê dewlet û îktîdar jî di vê serdemê de dawî li polîtîkayên şer û ewlehîpereset berde.” 
 
Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piştî erdheja Mereşê hatibû avakirin, bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar civiya. Sancar, beriya civînê daxuyanî da. 
 
Sancar, di serî de ji bo malbatên qurbaniyan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Sancar bi domdarî got ku tevahiya welêt êşeke gelek giran dijî û wiha got: “Dê qarînên mirovan, qarînên alîkariyê û hêrsa gel a mezin dibe tu carî neyê jibîrkirin. Ev ne ew pêvajoye ku îktîdar bikare bi gotinên weke ‘plana qederê ye, karesata sedsalê’ berpirsyariyê ser xwe biavêje. Bandora herî mezin a erdhejê, tiştên ku beriya erdhejê nehatine kirin û polîtîkaya îktîdarê ye. 
 
RANT DESTPÊKA SEDEMA HILWEŞÎNÊ YE 
 
Erdhej veguherandine karesatan. Sedema ewil jî bêtevdîrî ye. Ya din jî tevdîr di dema xwe de nehatin girtin. Alîkarî di dema xwe de nehatin şandin û vê jî hilweşîna heyî mezintir kir. Di bingeha karesatê de sersarî, bêorganîzebûn û bêkoordînasyona îktîdarê ye. Sedema ewil a vê wêraniyê, polîtîkayên talan û rantê ne. Heta niha zêdetirî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û hêj gelek di bin kavilan de ne. Gelek cih hene ku hêj xwe negihandinê. Di vê seqema zivistanê de gel terkî qedera xwe hate kirin. Mexdûrên erdhejê bi saya piştevaniya civakî xwe li ser pêyan digirin. 
 
TIŞTA KU ÎKTÎDAR HERÎ BAŞ DIKE, ORGANÎZEKIRINA XERABIYÊ YE 
 
Ev birîn dê bi piştevaniyê bên dermankirin. Tevî hemû xerabî û kirêtiya îktîdarê jî, piştevaniyeke mezin a mirovahiyê li herêmê ye. Mirov xwe organîze dikin û başiyê birêxistin dikin. Îktîdar jî nebaşiyê birêxistin dike. Karê herî zêde baş dikin jî ev e. em niha bi xerabiyeke organîzekirî re rû bi rû ne. 
 
BI HEZARAN HEVALÊN ME LI HERÊMÊ NE
 
Xebatên HDP’ê yên li qadê didomin. Bi erdhejê re me tavilê li Enqere û Amedê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir. Her wiha hemû rêxistinên me yên navend û navçeyan Koordînasyona Krîza Erdhejê ya herêmî ava kirin. Niha zêdetirî 3 hezar hevalên me qadê koordîne dikin û bi hezaran hevalên me jî çalak dixebitin. Her wiha koma me ya Meclisê, meclisên me yên ciwan û jinan li qadê ne. Li her 6 bajarên erdhejê parlamenterên bi gel re ne û hewl didin birînên gel derman bikin.  Heta niha 60 hezar kesan serî li koordînasyona me dane. Her wiha 300 hezar peywendî hatin danîn. Hevalên me raste rast tev li xebatên rizgarkirinê bûn. Me bi 12 hezar û 322 birîndarên erdhejê re peywendî danîn. Alîkariyên erzaq û alavan tê koordînekirin. Me heta niha 617 TIR, kamyon û kamyonetên alîkariyê şandine. Me 345 malbat li 26 bajarên cuda bicihkirin. 
 
ME BI KEYAYAN RE PEYWENDÎ DANÎN
 
Em li keyayên hemû navçeyên Semsûr, Mereş, Hatay û Malatyayê û navçeya Islehiye ya Dîlokê geiyan. Bi giştî li 24 navçeyan em li hezar û 148 keyayan geriyan. Me sersaxî xwest, rewşa birîndaran pirsî û derheqê xebatan de agahî jê xwestin. Ya din jî me têkildarî pêdiviyên wan û hewcehiyên lezgîn nîşeyên xwe girtin. Me ev nîşe ji Navenda Koordînasyona Krîzê re şandin û ew jî xebatên xwe dikin. 
 
EM Ê REWŞA SEFERBERIYÊ BIDOMÎNIN
 
Hewa sar e û hewcehiya bingehîn, kon in. Gelek deveran hêjta kesekî xwe negihandiyê. Mijara cihê mayînê û germkirinê pirsirêka hemû mexdûrê erdhejê ye. Keyayan di hevdîtinê de ji ber piştevaniyê keyfxweşiya xwe anîn ziman. Ev yek berpirsyarî û erka me ye. Ji bo piştevaniyeke zêdetir, em ê seferberiya xwe bidomînin. 
 
Gelo îktîdarê heta niha çi kiriye? Di erdhejê de ne tenê avahî bi serê gel de hilweşiyan. Sedema bingehîn a hilweşînê, îktîdara siyasî û dewlet e. Ev avahî bi serê pergala riziyayî de hilweşiya. Her wiha kavilên îktîdara yekperest a AKP-MHP’ê ya ku ji bilî şer, talan, rant û derewan tiştekî nizane jî bi serê de gel de hatin xwarê. Heke çavkaniyên dewletê di rewşên wiha de nekevin xizmeta gel, wê demê dê kengî bikevin? Saziyên dewletê ya ku îktîdar birêve dibe, pir dereng mudaxele kirin. Em bi xwe bû şahidên vê rastiyê.
 
ERDHEJ VEGUHERÎ KRÎZEKE ÎNSANΠ
 
Me tu tîmên alîkarî û rizgarkirinê di nava 35 saetan de li wir nedîtin. Lê her kes pê dizane bê ka ev pêvajo çiqas girîng e. Lewma jî vê bêkêriya wan, bêorganîzasyona wan rê li ber zêdebûna windahiyan vekir. Sedema bingehîn a ku asta karesatê mezin kirî, rewşa saziyên îktîdar û dewletê bû. Îktîdarê nekarî vê krîzê birêve bibe û ev erdhej veguherî krîzeke însanî û trajediyê. Weke her trajediyê, îktîdar di vê karesatê de jî li pey beka û îmaja xwe ket. Dema mirovan di bin kavilan de canê xwe didan, îktîdar li ser erdê li dijminan geriya. Her wiha hewl da mudaxele û piştevaniya sivîl asteng bike. 
 
AKP MEZINTIRÎN ŞÎRKETA ÎNŞAETÊ YE 
 
Îktîdarê li zanyaran guhdarî nekir. Bi efûyên îmarê yên pey hev re rê li ber hilweşîneke wiha mezin vekir. Îktîdareke betonê li ser kar e. AKP, mezintirî şîrketa înşaetê ya welêt e. Berpirsyarên sereke yên siyasî, hiqûqî û exlaqî jî îktîdar bi xwe ye. Bi sûcdarkirina çend kesan hûn nikarin xwe ji vê berpirsyariyê xelas bikin. Bepirsyarên esasî, siyasî ne. Lewma divê gelê me rê nede ku tenê muteahîtan sûcdar bikin û xwe xelas bikin. 
  
EFÛYA ÎMARÊ: BI DEHHEZARAN MIROVAN CAN DA
 
Tişta ku îktîdar jê re dibêje aştiya îmarê, efûya ji bo avahiyên qaçax e. Vaye di encama wan efûyan de bi hezaran avahî herifîn, bi dehhezaran mirovan di bin kavilan de can da. Bi milyonan kes bêmal û war man. Di serdema AKP’ê de 8 caran qanûna efûya îmarê hatiye derxistin. Ser re jî îktîdarê navê ‘aştiya efûya’ li vê efûya îmarê kir. Anku li pey ranta siyasî ket. Nêzî 3 milyon avahiyan ji van efûyan sûd girt. Ev yek tê wê wateyê ku cînayatek hatiye qanûnîkirin. 
 
Îktîdar nikare berpirsyariya xwe veşêre. Muteahhîtê herî sazûmankirî îktîdar bi xwe ye. Û faîlê sereke jî ev îktîdara rizî, rantxwir û betonê ye. Erdogan li Amedê daxwaza salekê demê dikir. Baş e lê te di nava 21 salan de çi kir? Dibêje dê di nava salekê de pirsgirêka îmarê çareser bikin. Baş e dê çi bi wan mirovên can dayîn bikî? Êdî tu ar di van de nema ye. Bi qasî misqalê jî wijdan û exlaq di van de nema ye.  Ya ku qala wê diin, plana rêvebirina plana rantê ye. Bi rewşa AFAD’ê pir eşkere ye ku tu planên wan ên rêvebirina krîzê nîne. Gi tiştî 5 hezar û 982 ye. Hejmara avahiyên hilweşiyayîn, ji hejmara xebatkarên AFAD’ê bêhtir e. Gelo me av dê çawa plana rêvebirina krîzê çêbikin? Pirsgirêk di zîhniyeta rêveberiyê de ye, di polîtîkayên îktîdarê de ye. AFAD a ku divê bilezgînî xwe organîze bike û koord3ınasyonê ava bike, 2 roj piştre tev li xabatan bû.  Di nava budçeya sala 2023’yan de ku zêdetirî 4 trîlyon TL ye, tenê 8 milyar û 75 milyon e. Anku ji sedî 0.5 a budçeya giştî digire. Her wiha budçeya Wezareta Karên Diyanetê 4 qat û nîv ji ya AFAD’ê zêdetir e. 
 
BACÊN ERDHEJÊ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIRIN
 
Bacên erdhejê yên ku ji sala 1999’an heta niha tên wergirtin, tenê navê wan guherandin. Di bin navê Baca Ragihandina Taybet de bi dehmilyaran lîre pere kom kirin. Ji 1999’an heta niha nêzî 40 milyar dolar kom kirine. Bi vî pereyî herêmên erdhej lê çêbûye dikarin du caran bên hilweşandin û avakirin.  Lê avahiyên nebaş ne hilweşandin û yên nû çênekirin. Gelo bacên erdhejê li ku ne? Yek rayedarên îktîdarê nikare bibêje me ev pere ji bo erdhejê bi kar anîn. Ji ber ku hemû pêşkeşî alîgirên xwe kirine. Ji bo projeyên xwe yên siyasî bi kar anîn. Ev jî nîşan dide ku faîl li ber çavan e. 
 
GIRÎNGIYA RÊVEBERIYÊN HERÊMI
 
Rejîma hişk a navendparêz û ya yekperest, her tişt felc kir. Beriya destûra qesrê kesek nikare vîncekî jî bide xebitandin. Mixabin encamên vê rejîmê em tevek bi çavên xwe dibînin. Şêweyên rêveberiyê yên ji herêmê dûr, îflas kiriye. Bi vê pêvajoyê re careke din girîngiya rêveberiyên herêmî derket holê. Li tevahiya cîhanê cihên ku rêveberiyên herêmî lê xurt, deverên ji bo erdhejê herî amade ne. Li gorî pêdiviyên civakî tevdîr tên girtin, haziriyên karestan tên kirin. Ya ku divê were kirin jî xurtkirina rêveberiyên herêmî ye. Vê erdhejê careke din nîşanî me da ku rêveberiya navendîparêz sazî û qedeme felc kirine. 
 
ÎKTÎDAR DIBÊJE ‘TENÊ EZ Ê BIAXIVIM’ 
 
Ji her çar aliyên welêt mirovan bi êşeke giran berê xwe dan herêmên erdhejê û serferber bûn. Bi vê yekê re ruhê piştevaniya civakî diparêzin. Lê ji jêr heta jor tevahiya îktîdarê tiliyên xwe li gel û muxalefetê dihejînin û dibêjin wisa nekin. Siyaseteta herî kirêt û derexlaqî ev e. Îktîdareke wisa heye ku heke hûn bimrin jî ji we re dibêje hiş bibin. Dixwazin ku em ji gotinên wan ên derew bawer bikin û bêdeng bimînin. Serokê giştî yê AKP’ê hewl dide bêkêriya rêveber û muteahhîtên xwe veşêre û berpirsyariya xwe bide jibîrkirin. Hûn  nikarin bêtevdirî, nelirêtî û nekêriya xwe weke qeder bidin qebûlkirin. Bepirsyarên rasteqîn, rêveberên welêt in. Em ê hesaba vê ya hiqûqî û siyasî ji we bipirsin. 
 
RAGIHANDINA OHALÊ  
 
Di roja duyemîn a erdhejê de OHAL ragihandin. Qada herî zêde tê de bilez tevdigerin, qedexe ne. Dixwazin bi rêya OHAL’ê ecziyet û berpirsyariya xwe vekêrin. Erdhejê bi kar tînin û bi rêya OHAL’ê dixwazin rayeyên bêsînor bidin destê hêzên ewlekariyê. Em mecbûr in pêşiya vê rewşê bigirin. Înfazkirina cezayan, hêzên ewlekariyê nîne. Îşkence, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê bûyerên hatine jiyîn bên şopandin û hemû kesên tiliya wan di îşkenceyê de ji kar bên derxistin û derheqê wan de lêpirsîn bên destpêkirin. Lê ev gefa wan dê bi kêr neyê. Dê kesek li hemberî karesateke wiha mezin, serî li ber rêbazên xerab ên îktîdarê netewîne. 
 
YÊN VÎNC NEŞANDIN SERÎ LI LÎNÇÊ DAN
 
Divê hemû kes li dijî her cureyên sorkirin û cihêkariyê baldar be. Yên ku erdhej weke firsend dibînin, hewl didin dijminatiya li dijî penaber û koçberan pêş bixin. Ji hemû êrişên li dijî penaber û koçberan, rêveberên ku wan hedef digirin bepirsyar in. Yên ku vîncek neşandin, serî li lînçê dan. 
 
LI HEMÛ GIRTÎGEHA ZEXT Û TUNDÎ HEYE
 
Di erdhejê de yek ji pirsgirêkên din jî girtîgeh in. Di demekî berê her kesî li kavilan, zext û tundiya li girtîgehan zêde bû. Wezareta Dadê têkildarî girtîgehên Hatay û Mereşê daxuyanî da. Lê sewq, sirgûn û bipêkirin didomin. Em jî dê vê mijarê bişopînin. 
 
BIRYARA JI BO ZANÎNGEHAN 
 
Ji bo zanîngehan biryara perwerdeya dûrve dan. Ne tenê dijbertiya zanistê ye, her wiha encamên wê jî pir xeternak in. Bi sedhezaran xwendekar ji perwerdeyê hatin dûrxistin. Lê dikariyan ji bo mexdûrên erdhejê derfetên cuda biafirandina. Di serî de ya serokkomariyê, dikariya mêvanxaneyên hemû saziyên dewletê û tesîsên civakî bo wan vekiribûna. Bedela hilweşînê, bi xwendekaran didin. Divê tavilê ji vê biryara xw vegerin. 
 
GIRÎNGIYA NIRXANDINA HEMÛ DERFETAN
 
Mezintirîn derdê îktîdarê ew e ku nekarî tevahiya civakê û siyasetê bîna ba xwe. Pir ditirsin ku derdorên cuda bên ba hev. Derdorên herî zêde dûrî hev jî ji bo hinek armancên hevpar tên ba hev. Ya ku dê me ji karesatên pêşerojê biparêze jî piştevanî ye. Ya ku îktîdarê herî zêde ditirsîne jî ev e. Piştî erdhejê weke karê destpêkê înternet qut kirin. Anku serî li rêbazeke kujende dan. Xwestin pêşî li ber hêrsa gel bigirin. Bi destê RTÛK’ê her roj gefan li gel dixwin. Armanca wan ew e ku rê li ber berteka gel bigirin, piştevaniyê veşêrin. Lê gelek tevdîrên li dijî van hewldanan hene. Di halê hazir de divê em piştevaniyê xurt bikin û seferber bibin. 
 
DERIYÊN SÎNOR VEKIN
 
Yek ji deverê ku erdhej lê bandor bûbû jî Sûriye ye. Bi taybet jî bajarên Efrîn, Heleb, Laziqiye û Idlibê. Nêzî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber dagirkeriya komên çete ya li van herêman, mixabin li hinek herêman pir dijwar derbas dibe. Heta niha alîkarî li ser Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê diçûn. Lê NY’yê got ku ji ber hilweşîna rêyan, alîkarî dane sekinandin. Her wiha bang li Tirkiyeyê kir ku deriyên sînor veke. Tirkiyeyê hemû deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re girtine. Gihiştina alîkariyan a bo Sûriyeyê jiyanî ye. Ji bo ku dramên hêj girantir neyên jiyîn, divê tavilê deriyên sînor bên vekirin. Bi taybet jî divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê li Kobanê vedibe bê vekirin.” 
 
BIRYARA KCK’Ê YA BÊÇALAKITIYÊ 
 
Sancar bal kişand ser biryara bêçalakatiyê ya KCK’ê ku piştî erdhejê dabû û wiha bi dawî kir: “Ev biryar û yên mîna wê, girîng in. Li rexekî şerekî dijwar heye û li rexa din hemû dahat bo wê derê tên xerckirin. Di rewşeke wiha de avakirina zemîna sekinandina pevçûnan girîng e. Bi vê wesîleyê em careke din balê dikişînin ser girîngiya guftûgo û muzakereyan. Divê dewlet û îktîdar di vê serdemê de dawî li polîtîkayên ewlehî û şer berde. Ev gav, ji bo dema pêşiya me gaveke girîng e.” 
 
Sancar, da zanîn ku sibe dê biçe Meletî û Semsûrê û di 15’ê sibatê de jî bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan re li Amedê li Navenda Koordînasyona Krîzê bên ba hev.