Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: "Em bi feraseta ku êdî girtina rojnameyan derbas kirin û dest danîn ser makîneyên çapemeniyê re rû bi rû ne. Li Tirkiye ev yek ji bo azadiya raman û îfadeyê talûkeyek gelek mezin e. 

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, dê têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê helwesta medya hawiz rexne kir. 
 
Bîlgen ewil medyaya navendî rexne kir û got: “Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car em têkiliya medya û siyasetê re hevrû mane. Medyayek zelal û objektîf nemaye. Agahiyên rast nadin û hemû saziyên rastiyê radigihînin hatine astengkirin. Bedelê herî giran carna rojnameger didin û carna jî welatî ddin.” 
 
Bîlgen bertek nîşanî desteserkirina Ozgurklukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun da û wiha got: “Êdî me qonaxek rojnamey digirin jî derbas kir. Em bi ferasetek ku makîneyên rojnameger û rojnameyan desteser dike re û mohr dike re rû bî rû ne. Li Tirkiyeyê li dijî azadiya ramanê gefên micid hene.” Bîlgen kirîna Koma Medya ya Doganê jî rexne kir û got ku gotinên Serokomar tîne ziman têgehên patroniya li ser çapemeniyê radixe ber çavan. 
 
‘ŞERMA DÊ DERBASÎ DÎROKA TIRKIYEYÊ BIBE’ 
 
Bîlgen bal kişand ser sosretiya Televîzyona Haberturkê ya li Efrînê axaftina efrîniyan şaş werger kir û got: “Şermek ku dê derbasî dîroka Tirkiyeyê bibe ye.” 
 
Bîlgen têkildarî hilweşandina peyker remzên kurdan û bîrdariyên mafê mirovan jî axivî û bertek nîşan da û ji peykerên kurdan bigirin heta zimanê wan qedexe dikin û li dijî nirxên kurdan tehamulî sînoran nas nake. 
 
‘HETA OHAL RANEBE DÊ ROJÊN ARAM NEYÊN DÎTIN’ 
 
Bîlgen bal kişand ser Rewşa Awarte (OHAL) û da zanîn ku heta Tirkiye ji OHAL’ê dernekeve dê rewşek asayî dest pê neke û dê negihîje tu rojên aram. 
 
BÎLGEN JI BO SÛRIYEYÊ ÇARESERÎ PÊŞNIYAR KIR 
 
Bîlgen li ser pirsên rojnamegeran bal kişand ser Fransa dê leşkeran bişîne Bakurê Sûriyeyê jî rawestiya û wiha got: “Di mijara Sûriye nehata vî halî divê her kes bi para xwe re hevrû bimîne. Em li Rojhilata Navîn bi pêk neanîna daxwazan û pêşketina hestiyarî çênabe re rû bi rû ne. Heke ku ji bo çareseriya li Sûriyeyê guh nehatina girtin û nêzîkatiyên çareseriyê bihatana nîşandan dê îro rewş wiha bûya. Hemû daxwazên demokratîk tên piştguhkirin. Ne nasîna statûya kurdan pirsgirêka heyî kiriye pirsgirêka navneteweyî. Divê hebûna gelên li wir talûke neyê dîtin û divê helwesta çareserkirina pirsgirêkan bê nîşandan. Ji bo DYA jî, ji bo Rûsya jî, ji bo Fransa jî û ji bo me jî. Heke ku Tirkiye destkeftiyên kurdan ên li wir ji xwe re wek gef nebîne û rewşa li wir wek hinceta mudaxeleyê pênase neke dê pirsgirêk li Enqere û Şamê bê çareserkirin. Heta qeyran û ne çarerserkirina li ser herêmê dewam bike, dê destwerdanên navneteweyî û lêgerîn jî dewam bikin.” 
 
‘DIVÊ MAF Û AZADIYA HER KESÎ BÊ MÎSOGERKIRIN’ 
 
Bîlgen destnîşan kir ku divê li Rojhilata Navîn li şûna destwerdana çareseriya mayînde pêk bê û got: “Pêwîste maf û azadiya her kesî bixin bin mîsogeriyê. Dewlet ji bo berjwendiyên xwe şer dikin, lê bedele herî giran gelên li herêmê didin.”