Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl ê di şandeya Bakurê Sûriyeyê ya bi Serokomarê Fransa Macron re hevdîtin kirin de cih girt, derbarê hevdîtinê de got: “Ji bo Efrîn vegere rewşa xwe ya berê û gel vegere Efrînê, em li ser misogertiya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan.”
 
Şandekeye nûnerên rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û Rojava, li Qesra Elysee ya paytexta Parîs Fransayê bi Serokomar Emmanuel Macron re hevdîtinek pêk anîn. Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl ê di şandeyê de cih girt, derbarê hevîtinê de ji ANF’ê re axivî.
 
Xelîl, diyar kir ku ew weke şandeya nûnerên hêzên siyasî û leşkerî yên Bakurê Sûriyeyê, li ser vexwendina fermî ya Serokomarê Fransayê li Qesra Elysee hevdîtin pêk anîn. 
 
‘HEVDÎTINEK GIRÎNG BÛ’
 
Xelîl, anî ziman ku hevdîtina kirin girîng bû û wiha got: “Encamên gelekî pozîtîf derketin holê. Bakurê Sûriyeyê bi taybetî Efrîn di rewşek taybet de ne. Mijarên nîqaşên me jî ev bûn. Me giranî da ser rewşa Efrînê bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê çi ye, komên ku bi navê artêşa azad bi xwe re aniye çi temsîl dikin? Û ji bo Efrîn li rewşa berê vegere, gelê me yê Efrînê bi garantiyeke navneteweyî karibe vegere warê xwe. Yek ji mijarên nîqaşê ev bû. Her wiha alîkarî ji bo kesên ji Efrînê koçber bûne.”
 
‘ALÎKARIYA XWE EŞKERE KIR’
 
Xelîl, da zanîn ku Macron ji bo Efrînê heta dawiyê dê alîkarî bike û wiha bilêv kir: “Weke Fransa, weke hêzeke diyar di nava koalîsyona navneteweyî de û weke welatekî xwedî bandor li Ewropayê wê li ser vê dosyayê alîkariyê bikin. Dê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê bibe nimûne. Îşaret bi parastina wê jî hat kirin. Bi taybetî di vê demê de ji aliyê dewleta Tirk ve gef lê tê xwarin. Ji Minbicê bigire heta Qamişlo, Amûdê, Dêrikê û sînorê Iraqê. Ev herêmên ku di bin kontrola hêzên QSD'ê de ne, gef lê tên xwarin. Helwesta Serokomarê Fransayê, helwesta wan bi giştî bi awayekî fermî piştgiriyeke heta dawî ji bo van herêman, parastina wê û garantîkirina wê heye. Hem jî ji aliyê leşkerî ve alîkarîdayin ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi encam bibe. Li ser van mijaran nîqaş hatin kirin û li ser vê esasê hevdîtina me bi dawî bû.”
 
‘MACRON PIR ZELAL BÛ’
 
Xelîl, di dewama axatina xwe de wiha got: “Ji aliyê leşkerî ve wê piştgiriyeke heta dawiyê bidin ji bo parastina van herêman. Ji Minbicê bigirin heta herêmên din. Ev tê çi wateyê? Yek; ew îdîayên ku dewleta Tirk dike, 'wê Minbicê dagir bike, wê Bakurê Sûriyeyê dagir bike', ev îdîa hemû pûç in. Dewleta Tirk vê yekê ji bo çavtirsandina gelê me dibeje. Şantajan dike. Lê belê niha zelal bû ku dewleta Tirk wê nikaribe tiştekî wisa bike. Ev yek di axaftinên Birêz Macron de pir zelal bûn. Ev tê wateyeke din jî. Ku ew rêveberiya îro li Bakurê Sûriyeyê hatiye damezrandin ber bi statuyeke fermî ve biçe. Bêguman ev yek guhertineke ji bo Bakurê Sûriyeyê. Piştî şeş salan ji şer û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û hemû rêxistinên terorîst ên din îro gihiştiye wê astê ku ji aliyê fermiyetê ve hinek qezencên navneteweyî bigire. Ji ber vê yekê ev hevdîtin hem di wexteke hesas de hat kirin, hem jî bi pozîtîf bi encam bû.”
 
‘RÛSYAYÊ ZÊDE GAVÎ KIR’
 
Xelîl, dest nîşan kir ku ew bawer dikin ewê wan bixe bin mesûliyetê ku her kes bi erkê xwe rabe û wiha pê de çû: “Yanî herêmên ku me îro rizgar kirin, weke hêzên YPG û YPJ destpêkê û piştre jî weke hêzên QSD'ê bi alîkariya koalîsyona navneteweyî hat kirin. Îro wext hatiye ku koalîsyona navneteweyî xwedî li vê herêmê derkeve. Beriya her tiştî ev yek erkeke wan a exlaqî ye. Ez bawerim dikim wê bandorê li ser gefên Rûsyayê bike, ku Rûsya zêdegaviyan neke. Ji ber ku di vê dema dawî de Rûsyayê zêdegavî kir bi taybetî ji bo Efrînê, destûr da ku dewleta Tirk derbasî Efrînê bibe. Li hev kirin, li beramberî hin bajarên din, weke Xota. Ev yek wê sînorekî deyne ber siyaseta Rûsya, rejîm û Îranê. Her wiha ne tenê Amerîka, wê hemû hêzên koalîsyona navneteweyî bikeve bin mesûliyetê ku her kes ji aliyê xwe ve alîkarî û destekê bide Bakurê Sûriyeyê.”
 
‘HIKÛMETA FRANSA AMADEYE’ 
 
Xelîl, got ku şandeya wan bi wayekî fermî hatin qebûl kirin û wiha domand: “Wan bi xwe gotin, pirsgirêkên heyî yên Sûriyeyê ancax bi proje û rêveberiya ku niha li Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin bên çareserkirin. Pêşwazîkirina şandeya ji hemû pêkhateyan, hem siyasî hem leşkerî tê wê wateyê ku hikûmeta Fransayê amade ye û vekiriye ku bi awayekî fermî bi vê rêveberiyê re bide û bistîne. Bi dîtina min, ev bersiveke mezin bû ji bo dewleta Tirk ku dibêje 'bi hinceta li dijî rêxistina terorê ez sînorê xwe diparêzim'. Ev îdîayên wê pûç bûn. Li vê derê tevgerek, rêveberiyek ji pêkhateyên vê herêmê heye. Li dijî terorê şer kirine. Dewleta Tirk divê ji niha û pê ve êdî hedê xwe bizanibe. Zêdegavî kir, divê bes bike.”
 
'EV HEMÛ BERHEMÊN TÊKOŞÎNA ME NE'
 
Xelîl, di dawiya axafrina xwe de ev tişt gotin: “Sûriye ev 7 sal in di nava rewşeke pir dijwar de derbas dibe. Gelek destwerdan hem ji dewletê herêmî hem jî ji navneteweyî çêbûn. Rewşeke pir trajîk ji bo gelên Sûriyeyê derkete holê. Herêmên ku ji vê aloziyê hatin parastin, ew herêm in ku di bin kontrola QSD û rêveberiya Bakurê Sûriyeyê de ne. Ev nîşan dide ku polîtîkaya ji destpêkê ve dan meşandin, polîtîkaya herî serketî bû. Dema mirov îro bala xwe dide Sûriyeyê dibîne ku zêdeyî nîvê xwe wêran bûye, nîvê miletê xwe hemû koçber bûne. Lê belê herêmên me xwe parast û bû nimûne ji bo herêmên din. Bêguman ev yek bi awayekî hêsan çênebû. Yek; bi berxwedan û têkoşîneke pir mezin ji aliyê leşkerî ve û esasê vê berxwedan û têkoşînê xwedîderketina gelê me bû. Çi li hundir, çi jî li derveyî welat, bi çalakiyên xwe, bi pêşandanên xwe, bi hemû xebatên xwe yên cûr be cûr. Ev hemû berhemên têkoşîna gelê me ye.”