HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di şert û mercên giran de pêşwazî dikin û wiha got: “Îktîdarê derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê da.” 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Çapemenî Weşan û Propagandayê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Temel, roja rojnamegerên ku 10’ê Çileyê veguherandin roja berxwedanê pîroz kir û wiha got: “Em 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, di nava şert û mercên giran de pêşwazî dikin. Bi ‘qanûna sansurê’ re sansura li ser çapemeniyê girantir bû û vê qanûnê bi xwe re gelek ceza anîn. Qanûna Hejmar 7418 a Têkildarî Guherînên di Qanûna Çapemeniyê û Hinek Qanûnan de di cotmehê de kete meriyetê. Bi vê qanûnê re hîn bêhtir sansur û cezayên giran anîn û derbekî giran li azadiya  çapemeniyê û xweîfadekirinê hate xistin. Rejîma yekzilam; bi destê saziyên weke Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomartiyê, Desteya Çapemenî Îlanê û Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê re hewl da kedkarên çapemeniyê û saziyên çapemeniyê ‘bîne ser rê’ û mohra xwe li binê gelek sepanên ne demokratîk da.” 
 
DI 6 MEHAN DE 27 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN 
 
Bi domdarî Temel got ku ji rewşa heyî ya giran herî zêde rojnamegerên kurd û muxalîf para xwe jê girt û wiha bi dawî kir: “Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê her sal bi boneya Roja Rojnamegerên Dixebitin hewl didin daneyên vê rewşa tarî parve bikin. Li gorî daneyên rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya sala 2022’yan, di sala 2022’yan de 39 rojnameger hatin girtin, li 76 rojnamegeran jî ceza hatin birîn. Li gorî raporê, pêşî li 132 rojnamegeran hate girtin ku nekarin nûçeyê bişopînin û 65 rojnameger rastî êrişê hatin. Di nava salê de 56 malperên înternetê hatin girtin, 1109 nûçe û naveroka 2210 parvekirinên li ser medyaya civakî hatin astengkirin. Bêguman ji vê rewşa giran herî zêde rojnamegerên kurd û muxalîf jê bandor dibin. Di nava 6 mehan de 27 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Em 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû rojnamegerên ku tevî her cureyên êriş û zilmê jî ev roj veguherandin roja berxwedanê pîroz dikin. Em ê her tim bi rojnamegerên naxebitin, bêkar hatine hiştin û li girtîgehan tên ragirtin bin.”