Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hatibû girtin û Partiya Şoreşger ji bo piştevaniyê çû serdana DBP’ê. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren û rêveberên partiyê, bi mebesta piştevaniya bi Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) re ku Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hate girtin, çûn serdana Navenda Giştî ya li Balgat a Enqereyê. Oneren di serdanê de wiha got: “Ya ku hatiye kirin, êriş e. Ev êriş ne tenê li dijî gelê kurd li dijî me tevan hatiye kirin. Li dijî zextan em her tim bi we re ne û em ê yekitî û hevgirtina xwe xera nekin. Têkoşîna me ya li dijî hemû cureyên zextê dê bidome.”