HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir

img
MÊRSÎN – Meclisa Bajar a HDK’a Mêrsînê bi tevlibûna gelek kesan rêveberiya xwe ya nû diyar kir. 
 
Meclisa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê, Civata Giştî ya Bajar a Serdema 12’an bi dirûşma “Werin em li dijî faşîzm û mêtingeriyê li meclisên demokratîk bibin yek, bi civaka rêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” li dar xist. HDK’a Mêrsînê xwest ku civatê li Eywana Kongre û Pêşandanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê li dar bixe lê piştî ku polîsan xwest di lijneyê de dîmenan bikişîne, HDK’iyan cıvata xwe li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê li dar xist. 
 
'EM HÊRS Û SERHILDANÊ MEZINTIR BIKIN’ 
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û gelek kes tev li civatê bûn. Piştî diyarkirina dîwanê rêz hate girtin. Piştre jî Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî û wiha got: “Rêxistina me hêza xwe ji gel digire nexwe heta niha em zûde têk biçûna. Werin em rê û rêbazên ku vî gelê bêhtir polîtîk dike û bêhtir dixe nava tevgerê bi hev re bibînin. Bi milyonan kes hene ku li dijî rewşa heyî nerazî ne lê derfetê nabînin ku bikevin nava tevgerê. Di rewşa heyî de xebata me ya herî baş dê bibe ew ku vê rêyê bibînin. Bawer bikin wê rojê em ê bikevin pey gel. Ew roj, roja şoreşê ye. Ew roj, roja rasteqîn a veguherîna demokratîk e. Divê em vê hêrs, vê hesta serhildanê mezin bikin ku dê rojekê biteqe.” 
 
Piştre jî rêveberiya serdema nû ya Meclisa Bajar a HDK’a Mêrsînê hate diyarkirin.