Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê

AMED - Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir destnîşan kir ku dê çalakiyên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber berdewam bikin û got: “Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê girtin. Ocalan ji roja hatiye girtin heya niha di warê hevdîtina bi malbatê û parêzerên xwe de her tim bi qedexe û astengiyan re rû bi rû dimîne. Bi taybetî jî di salên dawî de qedexe û astengiyên li Îmraliyê gelekî zêde bûne û ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayên girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" esas nayên girtin. Her wiha heya niha gelek baro, siyasetmedar, parêzer û aktivîst ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dane, lê wezaretê heya niha ji bo vê tu gav neavêtine. 
 
Li Kurdistanê û li derveyî welêt çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didomin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘EM Ê PERGALA TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Bayindir têkildarî astengkirina çalakiyên li dijî tecrîdê ku li Amed, Wan û Stenbolê hatin lidarxistin anî ziman ku pergala tecrîdê gihaştiye asteke nû û ev tişt gotin: “Bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan û zindanan, dixwaze hemû gelê kurd tecrîd û dorpêç bike. Sal bi sal dixwaze vê pergala tecrîdê fireh bike. Lê li dijî vê pergala tecrîdê gelê kurd, sazî û partiyên kurd di nav hewldan û çalakiyan de ne. Lê pergala Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî hovane êrişî çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin kir. Bi vê yekê dixwazin tu kes li dijî tecrîdê dengê xwe dernexe. Di hemû çalakiyên me de jî êrişek tund li dijî dayik, ciwan, jinan û gelê me pêk hat. Lê em wekî sazî û partiyên kurd di daxwaza xwe de bibiryar in, em ê vê pergala tecrîdê bişkînin.”
 
‘TECRÎD BÛYE KESAYETA DESTHILATA AKP-MHP'Ê’
 
Bayindir destnîşan kir ku pergala tecrîdê li Girava Îmraliyê dest pê kiriye û wiha axivî: “Tecrîd bi Girava Îmraliyê bi tenê ne sînor kiriye. Dewleta Tirkiyeyê Girava Îmraliyê wekî laboratûwara tecrîdê bi kar tîne û ev tecrîd ji wir belavî hemû zindanan û gelan dibe. Pergala tecrîdê êdî bûye kesayeta rejîma Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP'ê. Heke ev tecrîd bi ser bikeve têkçûyina desthilata AKP-MHP'ê dê zehmet bibe. Ji ber vê heke em mafê mirovan biparêzin, azadiya gelan bixwazin û aştî û wekheviyê bixwazin divê teqêz em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bişikînin. Pergala tecrîdê jî li Girava Îmraliyê dest pê dike. Ji ber vê divê em di wir de dest bi şikandina tecrîdê bikin. Heke em tecrîda Girava Îmraliyê nebînin û di nav civakê de tenê qala, azadî, aştî û wekheviyê bikin dê bibe kêmasiyeke mezin. Ji ber ku çavkaniya van aloziyan Girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê tecrîda li Girava Îmraliyeyê û zext û zorên li ser zindanan ne tenê pirsgirêka kurdan e. Îro mafê mirovan ê herî bingehîn li Girava Îmraliyê tê binpêkirin. Heke em bixwazin, heq û hiqûqê pêk bînin û parastina maf û azadiyê bikin pêwîst e em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bişikînin û zext û zorên li ser zindanan û vê pergalê hilweşînin. Ji bo vê yekê gelê kurd, sazî û partiyên kurd bibiryar in. Em dixwazin bala kesên aştîxwaz, azadîxwaz û kesen hiqûq û edaletê diparêzin bikişînin ser pergala tecrîdê û zext û zorên li ser girtiyên siyasî tên kirin." 
 
DÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊNAVBER BERDEWAM BIKIN
 
Bayindir diyar kir ku dê çalakiyên wan ên ji bo bidawîkirina tecrîdê bidomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heya niha çalakiyên me li Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. Li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê bi pêşengiya parlamenterên HDP'ê çalakiya nobedê ya li dijî tecrîdê tê lidarxistin. Di meha Çileyê de dê çalakî, mitîng, meş û nobedên edaletê yên li dijî tecrîdê bên lidarxistin. Me amadekariya van çalakiyan kiriye û dê di demên pêş de bi raya giştî re bên parvekirin. Em ê li dijî tecrîdê û zor û zextên li zindanan bi gelê xwe, dostên xwe û gelên doza aştî, azadî û edaletê dikin çalakiyên xwe bênavber bilind bikin. Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”
 
NAXŞEYA ÇARESRKIRINA PIRSGIRÊKA GELAN TÊ TECRÎD KIRIN’
 
Bayindir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtikayên şer ên dewletê û êrişên vê dawiyê yên li dijî Rojavayê û got ku êdî têkçûyina dewleta Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP'ê ketiye rojevê. Bayindir bi lêv kir ku pêşeroja Tirkiyeyê di xeterê de ye û axaftina xwe wiha domand: “Bingeha vê têkçûyinê jî polîtikayên şer û israra ji bo domandina tecrîdê ye. Destpêka şer jî Girava Îmraliyê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan îro di çareserkirina pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de aktorekî herî stratejik û girîng e. Îro li Girava Îmraliyê nexşeya çareserkirina pirsgirêka gelan tê tecrîdkirin. Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze bi van pêkanînên tecrîdê, polîtikayên şer li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navînê ferz bike. Desthilata AKP-MHP'ê îro ji gelan re dibêje 'ez ê bi şer desthilatdariya xwe berdewam bikim.' Dibêje 'ez ê pêşeroja Tirkiyeyê bi şer ava bikim.' Lê Tevgera Azadiyê ya gelê kurd û partî û saziyên kurdan li dijî vê yekê berxwedaneke mezin didin der. Berxwedan û têkoşîna gelê kurd pêşî li plan û projeyên AKP-MHP'ê ku dixwazin wan bi şer bixin meriyetê girt. Îro krîza aborî, civakî û siyasî jî encama vê yekê ye. Ji Başûr, Rojava û li her derê polîtikayên desthilata AKP-MHP û dewleta Tirkiyeyê bi ser neket. Îro têkçûyineke mezin û hilweşandineke mezin di rojeve de ye. Ev jî encama têkoşîna gelê kurd û dostên kurdan e.”
 
‘POLÎTIKAYÊN ŞER DÊ TIRKIYEYÊ TÊK BIBIN’
 
Bayindir der barê êrişên dewleta tirk de yên li dijî Rojavayê û bikaranîna çekên kîmyewî diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê bi polîtikayên şer desthilatdariya xwe didomîne û wiha got: “Li dijî zarokên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin. Her roj bi dagirkirinê gefan li Rojavayê dixwin. Bi vê yekê dixwazin hemû warên Kurdistanê bikin qada şer. Em hem ji gelê Tirkiyeyê hem jî kesên ku piştgirî dane êrişên dewleta tirk re dibêjin, bi polîtikayên şer, bi kuştin, koçberkirin û talankirinê ne desthilatdar ne jî dewleta Tirkiyeyê bi ser neketiye. Yanî em ji salên 90’î bigrin heta niha bi dehan desthilatdarên Tirkiyeyê di encama israrkirina van polîtikayan de têk çûn. Îro jî hilweşandin û têkçûyineke kûr ku pêşeroja wê nediyar e, ketiye rojevê. Desthilata AKP-MHP'ê jî mînak e ku bi polîtikayên şer kurd xilas nabin. Kurd di azadî û wekheviyê de gavekê jî paş de navêjin. Em jî ji hemû kesan re dibêjin, mil bidin me em vê pergala şerî bişikînin û çareserkirina pirsgirêkên gelan bixin rojevê. Aktorê sereke yê vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan e.”
 
‘AKP-MHP BI TECRÎDÊ HEMÛ QANÛNAN BINPÊ DIKE’
 
Bayindir anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê bi tecrîdê hemû qanûnan binpê dike û got: “Desthilata AKP-MHP'ê hevdîtina birêz Ocalan a bi parêzeran û malbatê re ji bo berjewendiyên xwe dem bi dem bi kar aniye. Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bi vê yekê desthilata AKP-MHP'ê hemû qanûn binpê kirin. Ne di makezagonê ne jî di hiqûqa xwe de tu qanûn, edalet li holê nehiştiye. Birêz Ocalan kesekî ji rêze nîn e, rêberê gelan e. Mafê wî jî heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev maf di makezagonê de jî hatiye diyarkirin ku tu kes nikare vî mafî binpê bike.”
 
‘TECRÎD KAXIZA TÛRNÛSOLÊ YE’
 
Bayindir, di dawiya axaftina xwe de cezayê ku li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn jî bibîr xist û wiha bang li muxalefeta Tirkiyeyê kir: “Muxalefeta Tirkiyeyê ji bo vê rabû ser pêyan. Rast e, bê hiqûqtî û edaletî ye, lê em dibêjin ev bê hiqûqîtî û edaletî li Girava Îmraliyê dest pê dike. Ji ber vê yekê heke hûn nêzikatiya ji bo biryara der barê Îmamoglû de, ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan nedin der, tu kes nikare li vî welatî bingeha hiqûq, edalet û demokrasiyê ava bike. Heke em mafê mirovan û edaletê biparêzin, pêwîst e em ji bo her kesî biparêzin. Ji ber vê banga me ji bo muxalefet û dînamîkên Tirkiyeyê re ev e ku li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan rabin ku bingeha binpêkirina hiqûq, edalet, wekhevî û demokrasiyê ye. Heke hûn ji bo Stenbolê deng derxin û li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan xwe ker, kor û lal bikin, tu kes baweriya xwe bi we nayne. Ji ber vê ji bo muxalefetê tecrîd kaxiza tûrnûsolê ye. Bangawaziya me ji bo hemû partî, sazî û kesên azadîxwaz ev e ku, werin em bi hev re li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em weke sazî û partiyên ku li dijî tecrîdê di nav hewldanan de bin, lê daxwaza me ev e ku di parastina hiqûq, edalet û azadiyê de gelê kurd ne bi tenê be. Em bi hev re li dijî vê desthilatdariyê berxwedana xwe bilind bikin, daxwaza gel jî ji me ev e. Heke em bigihêjin hev em ê vê desthilatdariyê têk bibin. Heke em di wan nirxên mirovahiyê de têk biçin, ev desthilat dê di zîhniyeta xwe de bi israr be.”
 
MA / Mahmût Altintaş