Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

img
MÊRSÎN - Hevberdevk Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di kongreya partiya xwe ya Mêrsînê de axivî û got tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ew tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin. 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Bajarê Mêrsînê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li eywanek Şaredariya Yenîşehîra Mêrsînê li dar xist. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û Ridvan Tûran, rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bertek nîşanî cezayê li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn da û banga têkoşîna hevpar a li dijî rejîma qeyûmên AKP’ê kir. 
 
‘TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Ûçar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd binpêkirina hiqûqê ye. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye. Em dixwazin demildest tecrîd bê rakirin.” Ûçar bal kişand ser hevkariya AKP û MHP ku ji bo Tirkiyeyê gefek mezin e û got: “Tifaqa Ked û Azadiyê ne tifaqa hilbijartinê ye, tifaqa têkoşînê ye. Ev tifaq dê kesên ku heta niha nekarîne li hev bicivin, bîne gel hev." 
 
Hevberdevk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku klîda sedsala nû di destê wan de ye û armanca wan ew e ku vê îktidarê û pergalê biguherînin. 
 
Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Ji bo Hevserokatiya Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê Zelîha Bûrcû Acar û Ziya Ûncû hatin bijartin.