MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive

img
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi rojeva tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û şer îro dicive. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda partiyê îro dicive. Di rojeva MYK’yê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êrîşên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hilbijartin û pêşniyara AKP-MHP’ê ya guhertina Destûra Bingehîn heye.
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Piştî ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve agahî jê nayên girtin, fikarên raya giştî bi daxuyaniyên bêbingeh ên li ser serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê ya meha îlonê zêde bûn. MYK wê tecrîda li Îmraliyê û serdana CPT’yê weke rojeva sereke binirxîne.
 
ŞERÊ JI BO HILBIJARTINÊ HATIYE AMADEKIRIN
 
Bikaranîna çekên kîmyewî ya AKP’ê û MHP'ê ya li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe ku ji 14'ê Nîsanê û vir ve dewam dike û êrîşên wê yên ji 20'ê Mijdarê û vir ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, wê bên nîqaşkirin. HDP’a ku konsepta şer a hikûmetê weke “şerê ji bo hilbijartinê amade kiriye” dinirxîne, wê bernameya mîtîng, meş û civînên gel ên li dijî wê bên lidarxistin, diyar bike.
 
Desteya Rêveberiya Navendî wê namzetê serokkomariyê nîqaş bike û xebatên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tên meşandin binirxîne. Di civînê de her wiha wê pêşniyara AKP’ê û MHP’ê ya ji bo guhertina destûra bingehîn ku ji bo temînata destûra bingehîn a ji bo laçikê tê dayîn, bên nirxandin.