Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê

img
AMED - Parlamenter Dersim Dag bêûsûliyên di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de derketin holê bi rojeva Meclisê. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag, derbarê gelek bêûsûliyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûman de ye, di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya sala 2021'an de hatine tespîtkirin, bi rojeva Meclisê û pêşniyaznameya lêkolîn û pirskirinê da. 
 
Dag di pêniyazmeyê de behsa bêûsûsiliyên li şaredariyê qewimîne kir û xwest demildest were lêkolînkirin. 
 
Dag ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pêşniznameyê bibersivîne derbarê bêûsûliyên hatine kirin de pirsan araste kir. 
 
Dag pirsa “Hûnê dest ji polîtîkaya qeyûm berdin? Pereyê xelkê Amedê ji bo kê diçe? Gelo hûnê derbarê qeyûmê Amedê de lêpirsîn bidin destpêkirin?”