Sancar: Ne dîwar, em dixwazin di navbera gelan de piran ava bikin

img
MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku li Mêrdînê di Hevdîtina Ereban de axivî, anî ziman ku ew dixwazin li dijî kesên ku dixwazin di navbera gelan de dîwaran lê bikin pira navbera gelan ava bikin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Mîthat Sancar, di çarçoveya bernameya xwe ya li Mêrdînê de, di Hevdîtina Ereban de bi kesên berbiçav ên gelê ereb re civiya. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan Tulay Hatîmogûllari, parlementerên HDP'ê Pero Dundar û Îmam Taşçier û siyasetmedar Ahmet Turk hevrêtî bi Sancar re kirin. Civîna bi axaftina bi erebî ya Hatîmogûllariyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî.
 
Sancar, bi erebî dest bi axaftina xwe kir. Sancar diyar kir ku hatina cem hev a baweriyên cuda û diyaloga bi wan re ji bo wan pir girîng e û wiha got: "Em dibêjin armanca me ya sereke Komara Demokratîk e. Carinan pir razber dimîne. Dipirsin, ev dixwazin bibêjin çi? Qesda çi dikin? Ez ê cardin tiştekî pir tevlîhev nebêjim. Ji bo fêmkirina ji Komara Demokratîk, ez ê behsa rêgezeke hêsan bikim. Ew jî rêgeza welatîbûna wekhev e. Gelek şertên vê rêgezê hene. Gava em dibêjin welatîbûna wekhev, em qesda vê yekê dikin ku hemû gelên welêt wekhev in. Wekhevî dê çawa çêbibe, komara demokratîk bi tena serê xwe têr dike yan na? Na, divê em azadiyê jî deynin kêleka wê. Yanî divê hemû welatiyên li welêt, bi nasname û baweriyên xwe azad û wekhev bin. Armanca me avakirina jiyaneke ku hemû nasname û bawerî wekhev û azad bin. Em vê yekê jî ancax dikarin bi vîn û hêza gelan a hevpar pêk bînin." 
 
Sancar di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku heya dest ji polîtîkayên tekparêz neyê berdan dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin û wiha got: "Ne hewce ye em behsa meseleya kurdî bikin. Bi awayekî qerase rû dide. Divê mafên hemû nasname û baweriyan esas bên girtin û her wiha ji bo hemû nasname û di heman demê de bawerî bi zimanê xwe yê zikmakî bijîn, divê dewlet hin berpirsiyariyan hilgire." 
 
Sancar destnîşan kir ku rêgeza wan a sereke diyaloga civakî û bi guftûgoyê çareserkirina hemû pirsgirêkan e û wiha domand: "Lewma divê hevdîtinên me di vê çarçoveyê de bên nirxandin." 
 
NE DÎWAR, EM DIXWAZIN PIRAN AVA BIKIN 
 
 Sancar bal kişand ser serdanên xwe yên li Nisêbînê û ji bo dîmena ku ew leqayî wê hatine ev tişt gotin: "Gava em çûn Nisêbînê, me dît ku dîwarên li sînor hatine lêkirin, tevahiya herêmê nixumandine. Berê dîwarên bîrdozî-polîtîk çêdikirin, di navbera gelan de. Niha jî dîwarên beton lêdikin, di navbera gelan de. Bi awayekî berbiçav lêdikin. Em van dîwaran naxwazin. Em dixwazin di navbera gelan de pir bên avakirin. Ev dîwar dê tim bibin cihê polîtîkayên rageşiyê û şer. Lewma ji bo li vî welatî û vê herêmê tê bi hev re bijîn, şertê sereke di navbera gelan de avakirina van piran e. Ji bo di navbera gelan de ev pir bên avakirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em di her şert û mercî de wekhevî û azadiyê gelan biparêzin û têkoşîna ji bo avakirina Komara Demokratîk em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."