Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li wezareta dadê dabûn û têkildarî mijarê wiha got: “Bersivê nadin serlêdanan me. Ev jî nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev 19 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de û malbata wî jî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re hevdîtin kir. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re heta niha 203 serlêdanên parêzeran û 71 serlêdanên malbat û wasiyê wî bêbersiv hatine hiştin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezareta edaletê dan. Lê belê wezaretê heta niha jî tu bersiv nedayîne serlêdanê. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, têkildarî serlêdana ji bo hevdîtina li Îmraliyê bi JINNEWS’ê re axivî. Buldan, da zanîn ku heta niha tu bersivên erênî yan jî neyînî nehatine dayîn û wiha domand: “Ev yek jî mîna polîtîkaya tecrîdê ya hikûmeta AKP’ê ye ku bi sala ye didomîne. Mijîl dike, paşguh dike û bersivê nadin serlêdana me. Ev yek nîşan dide ku tecrîdeke pir girankirî heye û dê hêj jî girantir bibe.”
 
‘ŞERMA TIRKIYEYÊ YE’
 
Bi domdarî Buldan destnîşan kir ku heke bersiveke erênî bigirin dê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtineke girîng bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê şande nayên astengkirin, di heman demê de hevdîtinên parêzer û malbatan jî tên astengkirin. Divê ev hevdîtine bên kirin lê ev nêzî 2 sal e ev maf tê binpêkirin. Ev yek, şerma Tirkiyeyê ye. Her wiha nîşan dide bê ka bêhiqûqiya li Tirkiyeyê çiqas zêde bûye.” 
 
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Di berdewamê de Buldan got ku heke bersiveke neyînî were dayîn dê îcar bi navên kesên cuda serlêdanê bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê tecrîd di zûtirin demê de bi dawî bibe. Tecrîd, pirsgirêkeke mafên mirovan e. Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku desthilatdarî bi vî awayî mafan binpê bike û nehêle li Girtîgeha Îmraliyê tu hevdîtin pêk bên.”