Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin

img
ENQERE – Derheqê parlamenterên CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Seyît Torun û Tûran Akdogan de fezleke hatin amadekirin û ji Wezareta Dadê re hatin şandin. 
 
Di 9’emîn danişîna doza Serokê Şaredariya Yalovayê Vefa Salman û 4 xebatkarên şaredariyê de ku bi sedema “nelirêtî” û “li ser xwe pere zimet kirine” tên darizandin, parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) bertek nîşanî dadgeran dabûn. Bi vê sedemê jî derheqê parlamenteran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn, bi bêrayetiyê biencam bû. 
 
Bi sûcên “raste rast heqaret li dadgerên danişînê kirine” û “hewldana ji bo bandorê li darizandina adilane bikin”, derheqê Parlamenterê CHP’ê yê Orduyê Seyît Torun, parlamenterê Mêrsînê Alî Mahîr Başarir û parlamenterê Stenbolê Tûran Aydogan de fezleke hatin amadekirin. Ji bo ku fezleke pêşkeşî Serokatiya Meclisê bên kirin, ji Wezareta Dadê re hatin şandin.