Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Newroza ku bi milyonan mirov beşdar bûn nirxand û wiha got: “Gel herikî qada Newrozê û daxwazên xwe anî ziman. Gel li Qadên Newrozê got ‘Ji Efrînê derkevin', ‘Efrîn ya Efrînîyan e' û ‘Biryar û mafê gotinê ya gelê Efrînê ye' da." 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, coş, kelecan, peyam û tevlêbûna milyonan a tevlêbûna Newroza 2018'an nirxşand. 
Temellî, diyar kir ku tevî hemû astengiyan bi coş û tevlêbûnek mezin Newroz hat pîrozkirin û gel li Newrozê xwedî derket. Temellî wiha got: “Berî her tiştî em ji dil û can spasiyên xwe ji gel re nîşan didin. Bi sedhezaran û milyonan gelê me ji bo têkoşina Kawa mezin bikin û li têkoşina wî xwedî derkevin daketin qadan. Newrozê rê nîşani me da. Li hemû navendên ku Newroz lê hat pîrozkirin bi coş derbas bû. Tevlêbûnek gelek zêde hebû. Di Newroza 2018'an de gelek peyam hebû. Tenê wekî pîrozbahiyek Newrozê nehat pîrozkirin. Gel nexşerêya têkoşînê danî pêş me. Wekî tê zanîn kongreya me pir xurt û bi hêz derbas bû. Peyama de kongreyê de ‘Li dijî Faşizmê mil bidin mil" bû. Ev peyam di Newrozê de keti meriyetê. Hemû gelên Tirkiye li qadên Newrozê mil dan hev. Em bawer dikin ku ev tekoşîn di demên pêş de dê xwe bi rêxistin bike û mezin bike."
 
'HÊRS Û BERXWEDAN DERKET PÊŞ' 
 
Temellî, anî ziman ku gel demek dirêj e di nava zext û zordariyên şer, tundî û OHAL'ê de dijî û wiha got: "Raste zext û zilm zêde dibe. Lê li dijî van zext û zilmê berxwedan û hêrs jî zêde dibe. Ji bo em Newrozê pîroz nekin hemû astengî û zext derxistin. Mudaxaleyî cilên mirovan û gotinên mirovan knirin. Lê di Newrozê de hêrs gelek zêde bû. Peyama berxwedanê hebû. Biryara xurt ya têkoşînê derket pêş. Gel hat qadan û gotin 'Em li vir in' Diyar kirin ku ew nabin dîlgirtê faşîzmê."
 
‘GAVA DAWÎ YA TECRÎDA LI SER OCALAN EFRÎN E'
 
Temellî, destnîşan kir ku di pîrozbahiya Newrozê de pir zelal tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkeriya li ser Efrînê hat şermezarkirin û wiha got: "Îktîdarê pêngava rejîma yek mirov daye destpêkirin. Ev yek bi terîdê daye destpêkirin. Tecdîda li ser Birêz Ocalan pêngava yekemîn ya vê polîtîkayê ye. Bi tecrîdê re OHAL jî pêş xistin. piştre siyaseta demokratîk asteng kirin. Niha jî kirîz ava kirin. Di encama Krîzê de Tirkiye ket Efrînê. Ketina Efrînê pêngava dawî ya vê krîzê ye. Tecrîda di 2015'ê Nîsanê de dest pê kir, di Adara 2018'an de bi Efrînê berdewam kir. Ketina Efrînê asta sazîbûna faşizmê ye. Dijberiya tecrîdê dijberiya OHAL’ê ye. Dijberiya rêveberiya tundiyê ye. Gelê me vê yekê di zane."
 
BI BERMAHIYÊN DAIŞ'ê ÊRÎŞ KIRIN
 
Temellî, anî ziman ku êrîşa li dijî Efrînê têkçûna hikûmeta Tirkiye nîşan dide û wiha got: "Li Sûriye tenê cihê şer lê tune bû Efrîn bû. Tenê cihê aştî û aramî lê hebû Efrîn bû. Lê bi ketina Tirkiye ya Efrînê şer, tundî, talankirin û wêrankirinê dest pê kir. Wê herêmê li dijî DAIŞ'ê xwe parast. Lê Tirkiye bi bermahiyên DAIŞ'ê OSO bi ser Efrînê de girtin. Lê gel ji bo xwe ji van êrîşên hov û komkujiyê biparêze xwe paşve kişand. Gel di Newrozê de peyam da ku OSO  çete ye. Talanker e. Gel got 'Ji Efrinê derkevin' ‘Efrîn ya Efrînîyan e' û ‘Biryar û mafê gotinê ya gelê Efrînê ye', ‘Efrîn ya kurd, ereb, turkmen û êzîdîyan e' Gel di Newrozê de peyama zelal da."  
 
DIVÊ HER KES DERSAN DERXE
 
Temellî, anî ziman ku gel di Newrozê de ders da cîhanê, îktîdarê û hemû kesan û wiha got: "Divê îktîdar, hikûmet û cîhan dersan ji peyamên gel derxe. Divê hemû hêzên muxalif yên Tirkiye jî dersê ji vê yekê derxe. Divê hemû kes bersîvê bide vê bang û daxwazên gel. Gel di Newroza 2018'an de banga herî mezin kir. Xwest hemû kedkar, jin, karker û hemû gelên herêmê, Tirkiye û Ewropa li dijî Faşizmê bibin yek. Xwest mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. 
Gel xwest her kes li hemû qadên cîhanê li dijî şer, militarizê şer bikin. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî milîtarîzmê bibin yek. Hemû hêzên mîlîtarîst li ser pirsgirêka kurd Faşizmê pêş dixin. Divê em rê li pêş vê yekê bigirin." 
 
Temelli, bal kişand ser pîrozbahiya Newroza Stenbolê jî û wiha got: "Coş û tevlêbûn gelek zêde bû. hemû beşên demokratîk, beşên cuda yên civakê tev li Newrozê bûbûn. Di vê Newrozê de hat dîtin ku HDP navenda hemû hêzên muxalîf a Tirkiye ye. Ev nîşan dide ku berpirsiyariyên girîng dikeve ser milê me." 
 
MA / Selman Guzelyuz