HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin

img
ENQERE - Serokwekîlên Koma HDP’ê têkildarî gotinên Erdogan ku ji bo kurdan digot; “10-15 zarokên wan hene” ji Meclisê xwest ku lêkolîn bê kirin bê ka parçeyeke polîtîkayeke veşarî ya li dijî nifûsa kurdane ya na. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, têkildarî gotinên Erdogan ku ji bo kurdan digot; “10-15 zarokên wan hene” ji Meclisê xwest ku lêkolîn bê kirin bê ka van gotinan girêdana xwe bi polîtîkayên endezyariyê yên ji destpêka komarê heta niha li dijî nifûsa gelê kurd tên meşandin heye yan na. 
 
NIFÛSA KURDAN DI ROJEVÊ DE YE 
 
Serokwekîlan da zanîn ku ji destpêka damezirandina komarê heta niha her tim nifûsa kurdan weke gefek hatiye nirxandin û her tim li dijî kurdan polîtîkayeke endezyariya nifûsê hatiye meşandin. Bi domdarî serokwekîlan bal kişand ser “Rapora Reş” a Mifetîşê Umumî Abîdîn Ozmen ku nifûsa kurdan weke “talûke” dinirxand. Serokwekîlan, destnîşan kir ku Ozmen di rapora xwe de dixwest ku lez bidin polîtîkayên pişaftin û îskanê û wiha domand: “Di seranserî dîroka komarê de ji bo bisînorkirina nifûsa kurdan nîqaş tên meşandin û ev mijar bi gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê dîsa bû rojev.” 
 
Serokwekîlan, daxuyad ku bi gotina Erdogan re fikarên kurdan zêdetir bûne û ev tişt anîn ziman: “Di lêkolînên nifûsê yên Tirkiyeyê de xuya dibe ku deverên ku kurd lê dijîn, gelek zarok di malbatan de hene. Bi van gotinan re gelê kurd gihiştiye wê qenaetê ku ji ber hejmara zarokên xwe tên terorîzekirin. Ji bo ku bê zanîn bê ka li dijî kurdan polîtîkayeke wiha di meriyetê de heye yan na, hewcehî bi lêkolînê heye. Mijara esasî ya ku li vir divê were lêkolînkirin, divê were piştrarkirin bê ka ev rapor rast in an na. Heke hebûna van raporan bê îspatkirin, divê were lêkolînkirin bê ka ev rapor di encama biryara dewletê de hatiye amadekirin an na. Û hewceye lêkolîn were kirin bê ev polîtîka hêj didome yan na. Em di wê qeanetê de ne ku ev mijarên behsa xeberê tevek bên ronîkirin. Em dixwazin Meclis lêkolîn bike bê ka derheqê plansaziya nifûsa kurdan de xebateke veşarî heye yan na.”