Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete

img

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bersiv da Erdogan ku propagandaya girtina Girtîgeha hejmar 5 a Amedê dikir û wiha got: “Her devera Tirkiyeyê kirin girtîgeh. Kurd, dîsa li hemû girtîgehan li dijî îşkenceyê li ber xwe didin. Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyet e.” 

 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê rojevên heyî nirxand. Beştaş, got ku AKP li gorî rojeva xwe teklîfên qanûnê tîne Meclisê û wiha got: “Dixwazin bihareke derewîn bo alîgirên xwe ava bikin. Qanûnên torbe li pey hev tên. Ev yek di heman demê de bêhezaniya wan nîşan dide. Ji bo xwendekarên ku nikarin perwerdeya xwe bidomînin, mizgîniya faîzê didin. Hûn qala bûdçeya çi didin? Îro dê bi teklîfa ku bînin Komîsyona Plan û Bûdçeyê dîsa diyariyekê bidin sermayedaran.” 
 
‘TEKLÎFA QANÛNÊ YA ŞORBE HEYE’
 
Bi domdarî Beştaş ev tişt anîn ziman: “Teklîfên qanûnê yên HDP’ê niha li komîsyonê tên sekinandin. Teklîfeke qanûnê ya şorebe dê bînin meclisê ku dê di 13 qanûnan de sererastkirinan bikin û ji qanûna usûlê ya bacê heta qanûna piyasaya ceyranê, gelek qanûn di nav de hene. Tu eleqeya van qanûnan bi hev re nîne lê mirov fam nake bê ka çima anîne ba hev. Di demekî ku birçîtî, xizanî, pirsgirêkên xwendekaran, bihabûn û hwd. heyîn de ev qanûn dê nebe dermanê gel. 
 
TÊ WATEYA TAYÎNKIRINA QEYÛMAN A LI CEMXANEYAN E
 
Di mijara îstîmlaqkirina di firotina wesayîtên bimotor de, xelaskirina sermayeyê û elewiyan de jî 6 xal xistine rojevê. Dixwazin qala duyan bikim. A yekemîn; dema komên fînansê yên li Navenda Fînansê ya Stenbolê qezencên xwe yên li derveyî welat tînin Tirkiyeyê, dê nîviya wê wekî diyariyê pêşkeşî alîgirên xwe bikin. Hem dê bêyî îhaleyê bikin û hem jî dê li ser îdareyê xwemalîkirinê ya bajar qadên rantê yê nû bên vekirin. Her wiha sererastkirinên ku raste rast elewiyan eleqeder dikin, bi biryarên serokkomartiyê re cemaxaneyên girêdayî Elewî Bektaşî yên girêdayî wezareta çandê bên avakirin. Dê rêveberiya wê jî ew bi xwe diyar bikin û mûçeyan bidin dedeyan. Dixwazin elewiyan bi temamî têxin bin kontrola xwe. Heke gotin di cih de be, dixwazin qeyûman tayînî cemxaneyan bikin. Serokê yekîneya bo elewiyan jî dê ji hêla serokkomar Erdogan vê bê tayînkirin. Elewiyan gotibûn ku ew li dijî vê biryarê ne. Daxwaza elewiyan ew e ku weke hemwelatiyên wekhev bên qebûlkirin û cemxane jî bi awayekî fermî weke perestgeh bên qebûlkirin. 
 
SERDANA ERDOGAN A AMEDÊ
 
Ji duh ve serdana Erdogan a Amedê di rojevê de ye. Beriya hatina wî jî peyam di rojevê de bûn. Di nîvşevê de ji xwendekar û karmendan re peyam dihatin şandin ku tev li mitîngê bibin. Tevlibûn lê hatibû ferzkirin. Ji her deverê gel li Amedê kom kiribûn. Lê hejmara amediyan pir kêm bû. Mitîngên Erdogan ên Amedê êdî veguherîne îşkenceyeke derûnî. Di peyaman de tê gotin ku wêneyên xwe yên li mitîngê bikişînin û tevlibûna xwe îspat bikin. Bi rastî jî mirov fêm nake bê ka çima diçe Amedê. Heta duh li ser hejmara zarokên kurd bi nîjadperestî nêz bûbû. Du roj piştre jî diçe li Amedê evîna xwe radigihîne. Li xwe mikûr hat ku dijminê kurdan e. 
 
Heqaret li partiya me, hevserokê me yê giştî yê berê û yê nû kir. Ketine nava tirsekî wisa ku nizanin bê ka çi dikin. Mizgîniya girtina girtîgeha Amedê kir ku îşkenceyên herî hovane li wir hatine kirin, mirov lê hatine qetilkirin. Ji wezîrê dadê heta wezîrên din, tevek li wir bûn. Baş e lê bi rastî jî dema Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hat girtin, dawî li îşkenceya li Tirkiyeyê hat? Nexêr, li her devera Tirkiyeyê girtîgeh çêkirin û niha bi dehhezaran kurd di wan girtîgehan de tên ragirtin. Kurd, niha jî li girtîgehan rastî îşkenceyê tên û li dijî van îşkenceyan li ber xwe didin. Îşkence, bi awayekî sîstematîk tê kirin. Di nava çendek mehan de 62 cenaze ji girtîgehan derketin. Amedî ji van gotinan êdî têr bûne û guh nadin van gotinên vala. Li Amedê bi xwe jî kampûseke girtîgehan a mezin heye. 
 
ZÎHNIYETA GIRTÎGEHA HEJMAR 5’Ê DIDOME 
 
Girtîgeha ku 5-6 km’an dûrî Amedê û bi hezaran kes tê de tên ragirtin heye. Hêj niha jî ji ber ku kurd nasnameya xwe diparêzin û daxwaza mafên xwe dikin, ji hêla vê desthilatdariyê ve tên girtin û zext lê tên kirin. Gelo ma bi girtina girtîgehê re ew zîhniyet jî bi dawî bû? Zîhniyeta ku li girtîgeha Amedê bi awayekî sîstematîk îşkence dikir, hêj niha jî didome. Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îro jî ji hêla desthilatdariya AKP-MHP’ê tê domandin. Di demekî ku ev hovîtî, ev îşkence hêj didome û cenaze ji girtîgehan derdikevin de gelo dê li wê muzeyê çi pêşkeş bikin? Dê wêneyê Esat Oktay pêşan bidin an yê kûçikê wî Coo? Heta navên wan jî hatine qedexekirin. Dema navê Kemal Pîr dibêjî, êrişî te dikin. Dixwazin sekna Mazlum Dogan a li hemberî cejna Newrozê nîqaş bikin. Dê di vê muzeyê de çi were pêşandan? Dê bi heqîqetê re rû bi rû bimînin? Dê ew rûpel bê girtin? Muze, tê wê wateyê ku ew tişt êdî neqewimin, bibin dîrok û sîstemeke wisa bê avakirin ku pêdivî bi berxwedaneke wisa neyê dîtin. Lê li holê tiştekî wisa nîne. Nabe ku li ser bêhafizekirinê hafizeyeke din bê avakirin. 
 
JI BER KU KURD E LEWMA DI GIRTÎGEHÊ DE YE
 
Gelek heqaret kirin. Îcar qala evînê dike. Yaw tu û evîn? Heke te qala evîna îhaleyan bikira, dê mirov fêm bikira. Ji ber ku Demîrtaş kurd e, muxalîf û di pirsgirêka kurd de pêşniyara çareseriya demokratîk dike, didarizîne. Hêjta jî li ser siyasetê dike. Ji kurdan heta tirk, ereb, ermen û hwd. ji her miletan kes hene. Em bi xwe nîqaşê nakin bê ka Erdogan tirk e, yan laz e yan jî ji kîjan nasnameyê ye. Bêguman li ser pirsgirêkên amediyan neaxivîn. Careke din nîşan dan bê ka çiqas şibîne MHP’ê. Tifaqa Ked û Azadiyê bûye tirsa wan û ji bo heqaretê lê bike çû Amedê. Lê gel ev heqaret li cem xwe nivîsand. Dê bersiva wê jî di hilbijartina nêz de bie. Mijareke din jî mijara mamosteyên kurdî bû. Duh digot, me mamosteyên kurdî tayîn kirine. Tenê 3 mamoste hatin tayînkirin. Gobbels dibêje, ‘dema derewan dikî, derewên mezin bike.’ bawerim ji wir hîn bûye.” 
 
BERSIV DA GOTINÊN AHMET TURK
 
Beştaş piştre jî bersiv da pirsên rojnamegeran. Ji bo pirsa derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qala namzetiya Kiliçdaroglû dikir de Beştaş wiha got: “Weke HDP’ê nîqaşeke me ya li ser navan nîne. Em ê namzetiya serokkomariyê li ser bingeha rêgezan û demokrasiyê nîqaş bikin. Em li ser namzetê tifaqa xwe bi xwe nîqaşan dikin. Nizanim bê ka kekê hêja Ahmet di sihbetekê de tiştekî wiha gotiye yan na. Mijareke wiha niha di rojeva me de nîne.” 
 
‘KURD JI HER KESÎ RE NABÊJIN SEROK’
 
Rojnamegeran pirsa; “Erdogan got; ‘keça me ya ciwan bi kurdî ez pêşwazî kirim. Ji min re got Serok Erdogan.’ Gelo hûn bo vê çi dibêjin?” ji Beştaş kir. Beştaş jî wiha bersiv da: “Bawerim hinek têgehan li hinek deveran dixwînin. Bawerim wateya wê nizanin. Kurd ji her kesî re nabêjin serok. Vê yekê jî herî baş kurd pê dizanin. Dê gelê kurd bersiva xwe di hilbijartinê de bide. Ew tişta ku li wir qewimî jî beriya wê li ser hatiye xebitîn û ew jî li wir lîstin.”