Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku desthilatdarî ol û baweriya îstîsmar dike û bal kişand ser girîngiya wekheviya hemû baweriyan. 
 
Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Bazirganiya Cîhanê hevdîtinek pêk anî û starta kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthar Sancar di hevdîtinê de axivî û got ku Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan xebateke girîng daye destpêkirin. Sancar, got ku ji bo kampanyayê kedeke mezin hatiye dayîn û hemû kesên keda wan di kampanyayê de heye pîroz kir. 
 
ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ YA JI HÊLA DESTHILATDARIYÊ VE
 
Bi domdarî Sancar wiha got: “Kampanya, di serdemeke pir girîng de tê destpêkirin ku dê di vê qonaxa girîng de rê nîşan bide. Yek ji qada ku herî zêde desthilatdarî îstîsmar dike, ol û bawerî ne. Ji bo pêşîlêgirtina vê îstîsmarê, rênîşandana di mijarên bawerî, aştî, ked û edaletê de girîng e. Yek ji armancên kampanyayê jî ev e. 
 
Dîroka olan; dîroka têkoşîna ji bo qencî, edalet û hezkirinê ye. Li hêla din jî dîroka kesên olan ji bo zilm, mêtingerî û şer bi kar tînin e. Yek ji mînakên herî şênber ên bêedaletiya Serdema Navîn, dadgehên engîzîsyonê ne. Li ser navê olekê bêedaletî û zilma herî mezin hatiye kirin. Di roja me de jî heman sepan hene. Di 10-15 salên dawî de li Rojhilata Navîn girîngtirîn sedema şer, pevçûn û rijandina xwînê, îstîsmarkirina olê ye. Rêxistinên mîna DAIŞ û El Nusrayê, hewl didin bi bikaranîna olê bibin desthilatdar. Kengî ku ol weke amûra bûyîna desthilatdariyê hatibe bikaranîn, ziyanên herî mezin dane mirovan. 
 
WEKHEVIYA HEMÛ BAWERIYAN 
 
Ziyana ku vê zîhniyetê gihandiye mirovahiyê pir mezin e. Yek ji armancên vê kampanyayê ew e ku olê ji bin tehekûma desthilatdariyan derxîne ku nema bikarin weke amûrekê mêtingeriyê bi kar bînin. Her wiha armanc dike ku pêşerojeke azad û wekhev bo hemû baweriyan ava bike. Heke daxwaza me ya edaletê û wekheviyê hebe, wê demê hewceye em maf û keda her kesî teslîm bikin. Tiştekî guneh e ku olê weke alava rewakirina kedxwarî û mêtîngeriyê bi kar tînin. Sûc e, şerm e. 
 
EM ALTERNATÎFEKE RASTEQÎ PÊŞKEŞ DIKIN
 
Ji bo ku ola îslamê bi vî awayî neyê bikaranîn, HDP’ê bernameyeke wisa amade kir ku azadî û wekheviya hemû baweriyan diparêze. Rêgeza laîktiya azadîxwaz ku dê pêşî li ber îstîsmarkirina ol û baweriyan bigire, esas girt. Em dikarin bi vê rêgezê rê li ber îstîsmarkirina olan û weke bikaranîna amûrekê bigirin.
 
FIKRÊN SEYDAYAN GIRÎNG IN
 
Em ê polîtîkayên ku li ser navê olê civakê tune dihesibînin û serî li înkarê didin hîn bêhtir teşhîr bikin. Em ê her cureyên cihêkariyê red bikin û ji bo ku ji her qadê tune bibe jî têbikoşin. Di vê mijarê de hewcehiya me bi fikrên seydayan, aliman heye. Fikr û hewldanên seydayan bo me girîng in. 
 
Li pêşiya me hilbijartin heye û dê pir hewl bidin ku civakê li ser navê ol û baweriyan bikin dijberên hev. Ji bo ku hebûna xwe bidomînin, pêdiviya wan bi vê dijayetiyê heye. Ji bo ku sûcên xwe, gunehên xwe û zilma xwe veşêrin, dê serî li olê bidin û olê îstîsmar bikin. Em ê nirxên olê hîn bêhtir ji civakê re vebêjin û rê li ber van hewldanên desthilatdariyê bigirin.”