Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn

img
ENQERE - Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar pirsîn. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç bi daxwaza ku Wezîrê Parastina Millî yê Tirkiyeyê Hulusî Akar bibersivîne, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ji hêla Tirkiyeyê ve pêşnûmepirsek dan meclisê. 
 
Di sedema pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Di 18’ê cotmeha 2022’yan de hinek dîmen hatin parvekirin û beriya niha jî çavkaniyên herêmî yên Herêma Federal a Kurdistanê ragihandin ku TSK li herêmên çoltar çekên kîmyewî bi kar tîne. Di çarçoveya van dîmen û agahiyan de, tê îdiakirin ku yekîneyên girêdayî TSK’ê li herêmên çoltar serî li alavên kîmyewî dide û bi rêbazên derveyî hiqûqa navneteweyî operasyonan dike. Di dîmenan de tê dîtin ku leşker hinek alavên rê li ber dûyeke zêde vedike didanin ber deriyê şikeftan û piştre ji wir dûr dikevin. Piştre jî ev alav ji dûr ve tên teqandin û xaza kîmyewî ber didin nava şikeftan. Çavkaniyên hikûmetê gelek caran dibêjin ku di envanterên TSK’ê de çekên kîmyewî nînin lê çavkaniyên zanistê û navneteweyî dibêjin ku ev alavên kîmyewî bi rehetî dikarin bên hilberandin û bikaranîn.” Di berdewama pêşnûmeyê de peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kirine hatin bibîrxistin. 
 
Serokwekîlên Koma HDP’ê ev pirs ji Akar kirin: 
 
“* We derheqê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsînek da destpêkirin an na? Heke we dabe destpêkirin, ev lêpirsîn çiqas berfireh e? 
 
* Di peymanên navneteweyî de ku Tirkiye jî aliyekê wê ye û di qanûnên navxweyî de bi karanîna çek/madeyên kîmyewî hatiye qedekirin. Ji bo pêşîlêgirtina bi karanîna van çek/madeyan, weke Serokê Wezareta Parastinê yê Tirkiyeyê we çi tevdîr girtine? 
 
* We di 13’ê sibata 2021’an de weke Wezîrê Parastina Neteweyî got; ‘tenê xazên çavan birondik dike hatine bikaranîn.’ Gelo ev gotina we ma binpêkirina Xala 5’an a Peymana Çekên Kîmyewî nînin? 
 
* Hinek dîmen û îdiayên girîng hene ku dibêjin çekên îmhayên komî tên bikaranîn. Heta tê gotin ku gelemperiya xwezaya wê herêmê hatiye tunekirin. Gelo TSK’ê yan jî hinek hêzên nefermî yên girêdayî TSK’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di nava sînorên Iraqê de çek an jî muhîmatên nefermî bikaranîne yan na? 
 
* Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, bi kar anîna çek û alavên îmhakirinên komî di operasyonan de weke sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de weke Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê gelo hûn dê ji bo lêkolînkirina van îdiayan şandeyên navneteweyî bibin qadên operasyonê yan na?”