Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da

img
ENQERE - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dema rozeta AKP’ê bi parlamenter Mehmet Alî Çelebî ve dikir, bi van gotinan dijminatiya xwe ya li kurdan anî ziman: “Zarok pir girîng in. Em ji xwedê bixwazin. Her PKK’iyekî 5 zarok, 10 zarok, 15 zarok hene.” 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de rozet bi parlamenter Mehmet Alî Çelebî ve kir ku tev li AKP’ê bû. Beriya destpêkirina civînê, Erdogan û Çelebî li ser pêyan sihbeteke kin kir. Di sihbetê de Erdogan pirsa “çend zarokên te hene?” ji Çelebî kir. Çelebî jî got; “Ezbenî, tenê zarokeke min heye. Hinek karyer” da. Li ser vê yekê, Erdogan dijminatiya xwe ya li kurdan bi van hevokan raxist ber çavan: “Ma wisa dibe, karyera vî karî çêkirina zarokan e. Zarok pir girîng in. Em ji Xwedê bixwazin. Bila bidome. Her PKK’iyekî 5,10,15 zarok hene.”