Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye

img

ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku budçeya sala 2022’yan budçeya têkbirina îktidarê bû û wê budçeya 2023’yan bibe budceya xatirxwestina îktidarê. 

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Olûç bal kişand ser karesata kana komirê ya li Bartinê û got: “Dîsa wek her gavê êşê karkerên madenê dît. Heke tevdîrên pêwîst bihatana girtin û kontrolên qanûnî bihatana kirin, dê ev karesat nebûya. Li holê plana qederê nîne, pir eşkere li holê plana îktidarê heye. Berpirsiyarê vê karesatê îktidar e. Di 9 mehên 2022’yan de li gorî raporên cînayetên kar, hezar 359 karkeran canê xwe ji dest daye. Ma gelo plana we ya qederê ev e? Ji roja ku îktidara AKP’ê hatiye ser kar û heta îro herî kêm hezar û 890 karkerên madenê canê xwe ji dest dane. Çima? Çimkî tevdîr nayên girtin û mixabin ji ber vê yekê em bi rewşek wiha re rûbirû dimînin. Karker bi pergalek mêtinger a hov re rûbirû dimînin û ev jî rê li ber mirinan vedike.” 
 
BUDCEYA SALA 2023’YAN
 
Olûç bal kişand Teklîfa Qanûn Budçeya 2023’yan ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin û di teklîfê de dahat 3 trilyon 810 milyar e û lêçûyîn jî 4 trilyon 470 milyar tê dîtin. Olûç anî ziman ku di van reqaman de jî eşkere dibe ku budeç ji şer re tê veqtandin û wiha got: “Budçeya sala 2022’yan budçeya têkbirina îktidarê bû û wê budçeya 2023’yan bibe budceya xatirxwestina îktidarê.” 
 
QANÛNA SANSÛRÊ 
 
Olûç bal kişand ser “Qanûna Sansûrê” ku li Meclisê bi dengên AKP-MHP’ê hatin erêkirin û got: “AKP-MHP dixwaze bi vê qanûnê hesabê hilbijartinê bike û dizî û talana ku dike veşêre.” Olûç anî ziman ku li dijî partiya wan HDP’ê û kurdan “hiqûqa dijminatiyê” tê kirin û muxalefet jî vê ji nedîtî ve tê û îktidarê qanûn û hiqûqê ji xwe re kiriye amûra gefxwarinê.