Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin

img
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bal kişand ser serdana CPT’yê ya li Îmraliyê û wiha got: “CPT’yê fikarên me zêdetir kirin. Divê CPT rapora xwe di zûtirin demê de parve bike. Ji ber ku fikarên me roj bi roj zêdetir dibin.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê 6’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankartên “Dem dema yekitiya neteweyî û azadiyê ye” û “Bi civaka birêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” û flamayên DBP’ê hatibûn daliqandin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DBP’a Wanê Gulderen Varli û Çetîn Uyar axivîn. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî.
 
Saliha Aydenîz, diyar kir ku dewlet li dijî gelê kurd, sazî û rêxistinên wê polîtîkaya zilmê dimeşîne û wiha got: “Tevî vê yekê jî gelê me paşdegav naavêje û li ber xwe dide. Kongreya me, bersiveke li dijî van polîtîkayên qirêjî ye. Gelê kurd, di qonaxeke girîng de ye. Weke ku hûn jî dizanin hevala me Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê ji hêla tetîkkêşên Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Em dizanin ku ev tetîkkêş bi rêyên qanûnî derbasî wir bûye û ev komkujî pêk aniye. Sefîrê Tirkiyeyê ev yek bi xwe anî ziman. Bila her kes bizane ku em ê dev ji têkoşîna wan bernedin. Erdogan, di 28’ê adara 2006’an de ji bo çalakiyên li Amedê gotibû; ‘zarok jî be jin jî be ferq nake û dê tişta pêwîst bikin.’ Piştî vê gotinê jî 6 zarok hatibûn qetilkirin. Di esasê xwe de gotina sefîr ji ya Erdogan cudatir nîne. Her wiha di salên 90’î de 17 hezar kes ji hêla tetîkkêşan ve hatin qetilkirin. Tiştên îro, bingeha xwe ji salên 90’î digirin. Lê çi dikin bila bikin dê gelê kurd dev ji têkoşîna azadiyê bernede. Gelê kurd roj bi roj vîna xwe xurtir kir û heta roja me hat. Komkujiyên xwe yên di salên 90’î de îro jî bi destê PDK û malbata Barzanî dikin. Ev sekn, îxaneta li dijî gelê kurd e. Bila malbata Barzanî baş bizane ku em vê bi tu awayî qebûl nakin. Divê tevahiya gelê kurd û hemû rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê li dijî vê îxanet û komkujiyan derkevin. 
 
JINÊN KURD DÊ BI SEKNA XWE VÊ ZÎHNIYETÊ TÊK BIBIN 
 
Ez, jinên ku pora xwe kirine alaya azadiyê silav dikim. Çawa ku jinên kurd li Rojava bi berxwedana jiyaneke demokratîk û ekolojîk ava kiribin û ji bo hemû cîhanê bûne mîna, jinên Rojhilat jî dê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ vê yekê pêk bînin. Zîhniyeta ku Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz, Nagihan Akarsel û Jîna Amînî qetil kirin, heman zîhniyet e. Bila ev zîhniyeta tarî baş bizane ku jinên kurd ê bi sekna xwe wan têk bibin. Dê rejîma wan a qesr û faşîst têk biçe. Heta avakirina civakeke azad jî dê têkoşîna jinan bidome. 
 
DIVÊ HER KES DENG BIDE DENGÊ GIRTÎGEHAN
 
Bi sedan sala ye ku dewlet mirin, sirgûn, koçberî, komkujî û îşkenceyan li kurdan ferz dikin. Polîtîkaya îşkenceyê bi taybet jî li girtîgehan têxin meriyetê. Heta duh hevalê me li girtîgehê hat qetilkirin. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser qirkirin û dijminatiya li kurdan didomîne. Girtîgeh veguherandine cihên mirinê. Roj naçe ku li girtîgehan îşkence neyên kirin. Di rewşeke wiha de Erdogan dê di 15’ê cotmehê de bê Amedê û Girtîgeha Amedê veguherîne navenda çandê. Gelo ma tu qet şerm nakî? Îro hemû girtîgeh veguherîne Zindana Amedê. Tu wateyeke hatine Erdogan a ji bo me nîne. Girtîgeh, mîna eynikê li pêşberî me disekinin. Di vê eynikê de sûcên li dijî mirovahiyê, îşkence û komkujî hene. Berpirsyarên van komkujiyan jî wezareta dadê, rêveberiyên girtîgehan û desthilatdariya AKP’ê ye. Ji bo ku komkujî çênebin, niha li gelek bajaran dayikên me nobetê digirin. Divê em dayikên xwe bi tenê nehêlin. Divê hemû kes deng bide dengê zindanan. Heta ku daxwazên dayikan pêk tên jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
CPT’YÊ FIKARÊN ME ZÊDETIR KIRIN
 
Sedema bingehîn a krîz û aloziya niha li welêt, tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê ye ku niha li seranserî welêt berbelav bûye. Niha qanûna sansûrê jî derdixînin. Vê jî ji bo domandina tecrîdê dikin. Lewma her kesê ji xwe re dibêje ez insan im, divê li dijî tecrîdê derbikeve. Divê hemû kes baş pê bizane ku rêya aştî, demokrasî û çareserkirina pirgirêkên li welêt, sermuzakerevanê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan e. Lê belê em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Demekî kin berê CPT çû serdana Îmraliyê. Lê belê vê serdanê fikarên me zêdetir kirin. Divê CPT rapora xwe di zûtirin demê de bi raya giştî re parve bike. Ji ber ku fikarên me roj bi roj zêdetir dibin. Nêzikatiya li dijî Îmraliyê ne hiqûqî û ne jî wijdanî û exlaqî ye. Ji bo şikandina tecrîdê em li her deverê têkoşîna xwe didomînin. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bo vê jî divê em li her deverê têbikoşin. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya jinan, azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê.” 
 
Piştî axaftina Aydenîz, hilbijartin hat kirin û Şengul Polat û Harûn Okay weke hevserok hatin hilbijartin.