Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, got êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, şerê li dijî statuya gelê kurd e. Bûldan destnîşan kir ku wê operasyona Efrînê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin û xwest Tirkiye demildest li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere. 

Kongreya Asayî ya 9'emîn a Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) îro hat lidarxistin. Kongre li Navenda Çandê ua Nazim Hîkmetê ya li Yenîmahalleyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, hin parlementerên HDP'î û CHP'î, nûnerên SYKP, Malên Gel, KESK, TTB, EMEP û gelek partiyên siyasî yên din û rêxistinên pîşeyî tev li kongreyê bûn. Piştî endamên dîwanê yên kongreyê hatin diyarkirin, endamên Desteya Serokatiyê dest bi axaftinan kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di kongreyê de axivî û got, îto Tirkiye di nêvengeke krîza aborî, siyasî û çandî de ye û divê li hemberî zext û zoriyên AKP'ê serî netewînin, bîad nekin û bitêkoşin. 
 
'DIVÊ DEMILDEST LI GORÎ BIRYARA AGIRBESTÊ TEV BIGERE'
 
Her wiha Bûldan di axaftina xwe ya li kongreyê de bal kişand ser rewşa Efrînê û got: 
 
"Hikûmeta AKP'ê Tirkiyeyê xist nav helezoniyekê. Em behsa şerekî ku tenê bi Tirkiyeyê ne sînordarkiriye nakin, em behsa şerekî ku heta sînorê Efrînê çûye dikin. Dixwazim bêjim ku kesên li Efrînê dimirin, leşkerên li wir dimirin jî ji bo vî welatî windahiyên mezin in. Li Efrînê kurd, tirkmen, ereb, êzidî jiyaneke bi hev re û aştiyane tercîh kirine. Ji ber vê tevgera dagiriyê ya li Efrînê bêwate ye. Divê bê zanîn ku şerê li Efrînê li dijî statuya gelê kurd e. AKP tenê bela xwe di kurdên li Tirkiyeyê nade. Nemaze jî ev şerê ku li dijî gelê kurd ê li welatên cînar dijîn, wê bi tu awayî bi kêrî Tirkiyeyê neyê. Tirk jî nesîbê xwe ji vî şerî digirin. Her guleya ku li kurdan tê barandin, li sifreya hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn tê barandin. 
 
Bi salan gule bi ser kurdan de tên barandin, bombe tên barandin. Li Agiriyê, li Dersimê, li Roboskiyê kirin. Îro heman tiştî li Efrînê jî dikin. Tu fêdeya operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê tune ye. Bi kêrî gelên li Konya, Qayserî, Enqereyê dijîn nayê. Ji ber vê divê demildest li gorî biryara agirbestê ya Neteweyên yekbûyî (NY) tev bigerin."